Koçberiya kurdên rojavayê Kurdistanê di medyaya cîhanê de

21-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hatina hezaran kurdên rojavayê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê di medyaya cîhanê de dengek mezin veda.

Li gorî raporeke Fox News a Amerîkî, zêdetirî 30 hezar xelkê Sûriyê ji roja pêncşema borî ve derbasî herêma bakûrê Iraqê bûne ku xwe bixwe birêve dibe.

Li gorî raporê, piraniya wan kesên ku derbasî başûrê Kurdistanê bûne kurdên deverên kurdî yên Sûriyê ne û heta niha hejmara penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê gihîştiye 195 hezar kes.

Rojnameya Kanada ya bi navê The Globe And Mail jî behsa hatine penaberên rojavayê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê dike û dibêje, rêxistina navdewletî ya penaberan a bi navê UNHCR alîkariyên mirovî pêşkêşî wan penaberan dike.

Li gorî wê rojnameyê, saziya UNHCR bi qasî 15 kamyon, 3 hezar û 100 çadir û bi hezaran bîdonên avê ji penaberan re dişîne ku tê pêşbînîkirin alîkariyên han dawiya vê hefteyê bigihên destê penaberan.

Rojnameya Le Figaro ya Fransî jî cih dide nivîsa nûnerê saziya UNHCR û dinivîse: “Tişta ku roja pêncşemê qewimî min qet di jiyana xwe de nedîtibû. Çimkî hejmara penaberan wiqas zêde bû ku heta çavên te didît her mirov hebûn.”

Koçberiya kurdên rojavayê Kurdistanê bû rojeva medyaya erebî jî. Malpera televîzyona El Cezîre jî behsa bûyera koçberiya kurdan kir û ji zarê yek ji şêwirmendên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, hatina ewqas penaberên kurd ji Sûriyê bo başûrê Kurdistanê îhtimala wê tîne rojevê ku Herêma Kurdistanê bo parastina kurdên wî beşê Kurdistanê bikeve nav tevgerê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst