Li Mêrdînê 2 xwişk li malê mirî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgaha Mêrdînê  ya Bakurê Kurdistanê yek 60 ya din 65 salî, 2 xwişk li malê mirî hatin dîtin.

Leyla û xwişka wê Muattera 65 salî  ku li taxa Yeniyolê dijiyan, piştî ku deng û behs ji wan nehat mirovên wan xeber da aliyên pêwendîdar.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman derî vekir û cenazeyê her du xwişkan dîtin.

Li gorî tesbîtên ewil a ekîban, hat nirxandin ku yek ji wan xwişkan beriya nêzîkî 10 rojan canê xwe ji dest daye.

Li cihê bûyerê lêkolînên tîmên pêwendîdar û dozger li cihê bûyerê didomin.

Piştî lîkolînê ew dê bi mebesta otopsiyê cenazeyan rakin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.