ŞIRNEX - Barhilgirên du birayan li hev qelibîn: Yek mir û yek jî birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirên du birayan li hev qelibîn û di encamê de birayê mezin mir û yê biçûk birîndar bû.
Barhilgira Mehmet Bîlen (43) diajot û barhilgira ku birayê wî yê bi navê Fîdaîl Bîlen (33) diajot i pêşiya xala Polîsan a li ser rêya Cizîr-Şirnexê li hev qelibîn.
Her du barhilgir bi bandora qezayê xijiqîn û li bariyera beton qelibîn û rawestiyan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de Mehmet Bîlen bi giranî û birayê wî Fîdaîl Bîlen bi sivîkî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cizrelioglu ya Cizîrê.
Mehmet Bilen tevî hemî midaxeleyên li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin.