DNOyê li Tawke û Pêşabûrê ji nû ve dest bi hilberîna petrolê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya DNOyê ya Norwêcî îro pêncşemê rapora xwe ya çaryeka duyem weşand ku li gorî çaryeka yekem hilberîna petrolê kêm bûye.

Kompanyayê eşkere kir ku di destpêka vê mehê de li zeviyên Tawke û paşê jî Pêşabûrê hilberîna petrolê ji nû ve dest pê kiriye.

Meha borî ji ber êrişên bi dronan li hinek zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê hatibû rawestandin.

Li gorî rapora Kompanyaya DNOyê, qebareya hilberîna petrolê di çaryeka duyem a îsal de li her du zeviyan rojane bi giştî gihiştiye 74 hezar û 760 bermîlên petrolê.

Di demekê de ku di çaryeka yekem a sala 2025an de asta hilberîna kompanyayê li Tawke û Pêşabûrê 82 hezar û 81 bermîl bû.

Ji wê hejmarê, rojane 27 hezar û 940 bermîl petrol li zeviya Tawkeyê û 46 hezar û 820 bermîl jî li zeviya Pêşabûrê hatiye hilberîn.

Li gorî kompanyayê, kêmbûna asta hilberîna petrolê di çaryeka duyem de ji ber du sedeman bûye.

Ya yekem, êrişên bi dronan ên nîvê Tîrmehê û ya duyem jî pêvajoya sererastkirina tesîsên petrolê bû ku di 3 mehên duyem ên îsal de hatibû kirin.

Kêmbûna berhemê li gorî çaryeka borî, ji ber du rawestandinên kar bû ku ji ber pirsgirêkên bazarê hatibûn ferzkirin.

Di dema wan rawestanan de, DNOyê hinek sererastkirin kirin ku dê di dawiya îsal de bihatana kirin.

Kompanyaya DNO xwediyê ji sedî 75ê pişkeyên lîsansa Tawkeyê ye û kardêra blokê ye, hevbeşa wê Kompanyaya Genel Energy jî xwediyê ji sedî 25ê lîsansê ye.