Serdar Doskî: Di hilbijartinan de YNK dê bikeve pêşiya Gorranê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Enstîtoya Gel û Siyaset Serdar Doskî diyar kir ku li gorî pêşbîniyên wî di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê de, PDK yekem, YNK duyem û Gorran jî sêyem e.

 

Serokê Enstîtoya Gel û Siyaset Serdar Doskî derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, beşdarî bernameya Nûroj a televîzyona Rûdaw bû û pêşbîniyên xwe anîn ziman.

 

Doskî got, di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ya vê carê de, PDK dê zêdetirî 40 kursiyan bidest dixe, YNK jî dê 20-22 kursiyan bidest bîne û dê rêza duyem de cih bigire.

 

Li gorî Doskî, tevgera Gorran jî ji 14-16 kurdistan qezenc dike û di cihê sêyem de cih digire.

 

Lê li gorî rapirsiyeke portala Rûdawê, PDK di rêza yekem, Gorran duyem û YNK jî di rêza çarem de cih girtibû.

 

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê îro danê sibê dest pê kir û zêdetirî 2 milyon û 800 hezar kes dikarin deng bidin.

 

Herî dawî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Hezîrana 2009 hatibû sazkirin ku PDK û YNK bi hev re 59% dengan bidest anîbûn.