Hewlêr (Rûdaw) – Yekem karwanê alîkariya mirovahî ji paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ber bi Kobanê bi rê ket ku ji 6 hezar pakêtan pêk tê.
Îbrahîm Semîn Birêveberê Ragihandinê yê Dezgeya Xerxwazî yê Barzanî, ji Rûdawê re ragihand, yekem karwanê alîkariya mirovahî ku ji 12 kamyon û 6 hezar pakêtên xwarinê pêk tê, ji Hewlêrê ber bi Kobanêya Rojavayê Kurdistanê bi rê ket.
Îbrahîm Semîn got, alîkariya mirovahî di ser bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê re sibê dê bigihêje Kobanê.
Birêveberê ragihandinê yê Dezgeya Barzanî got, li deverên dîtir jî av, xwarin û pêdiviyên zarokan jî hatine amadekirin û bo koçberên Kobanî dê werin şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse