Galeriya wêneyan

21-09-2016
14 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, yekemîn Ateşgeh (Ateşkede) a Zerdeştiyan bi fermî hat vekirin.

 

Di merasîmekê de, îro 21ê Îlona 2016 bawermendên Ola Zerdeştî bi hilkirina moman û jenîna amûrê defê, bi awayekê fermî yekemîn perestgeha xwe li Başûrê Kurdistanê vekirin.

 

Ji perestgehên zerdeştiyan re, Ateşeh an jî Ateşkede tê gotin.

 

Herwiha di merasîma îro de, asrevaneke (pasevanê agirê ateşgehê) nû ji perestgeha zerdeştiyan a li Silêmaniyê re hat diyarkirin.