Xaneqîn xwe ji bo referandum û Muheremê amade dike
Xaneqîn (Rûdaw) – Xelkê Xaneqînê dixwazin bi rûyekî spî û bi awayekî serkeftî giştpirsiya serxwebûnê û şîna Îmam Husên birêve bibin. Herwiha li Xaneqînê piştî ala Kurdistanê, ji ber hatina meha Muheremê bazara ala û hêmayên şîeyan jî germ e.
Nêzîkî %70 niştecihên Xaneqînê, Kurdên şîe ne û rêûresmên mezheba xwe bi coş û kelecan birêve dibin. Rola xortên Xaneqînê di merasîman de giring e û bi awayekî xwebexş erkê amadekariya merasîman digrin stûyê xwe.
Usam Mihemed ku li Xaneqînê alayan difiroşe ji Rûdawê re ragihand: “Çend roj beriya Muheremê alayan tînim û li vir difiroşim. Gelek kes ala dikirin.”
Hevwelatiyekî bi navê Mihemed Bawexan diyar kir: “Em xelkê Banmîl in, sê karwanên me ji bo merasîmê hene û hemû amade ne. Ji roja yekem heta roja 40emîn.”
Li Xaneqînê du Huseyniye û nêzîkî 60 deste hene. Huseyniyeya mezin a Xaneqînê ji roja yekem a Muheremê heta roja çilî ya şîna Îmam Husên serperiştiya hemû desteyan dike.
Cîgirê îmam û xetîbê Huseyniyeya mezin a Xaneqînê Mihemed Ebas aşkere kir: “Sala par 30 karwanên merasîmê hebûn, înşallah îsal 60 karwan dê hebin.”
Deriyê sînorê Munzerye dikeve nav sînorên Xaneqînê û tê payîn ku îsal nêzîkî 500 hezar îranî ji wê rêyê bêne Xaneqînê û ji vir jî, ji bo serdana Îmam Elî, Îmam Husên, Îmam Ebas û Îmam Kazim biçin Necef, Kerbela û Bexdayê.