Li ser Çemê Firatê projeyeke avdanê hatiye pêkanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê Projeya Kuber-Elî bi serpereştiya Rêxistina Pêk ve bo Dêre Zorê derbasî warê praktîkê dibe.

Projeya herdû gundên Kuber û Elî bo alîkariya cotkaran, wêstgeha avdanê li ser çemê Feratê amade kir û xiste kar ku di dema şerê DAIŞê de jikar ketibû,  bi rêya vê wêstgehê bi sedan cotkar li navçeyê bo avdana pembû sûdê jê werdigirin.

Ev proje 11 hezar donim erd av dide, lê cotkar daxwaza alîkariyek zêdetir dikin, da ku berhemeke baş bidest bixin û zerarên sala bihûrî qerebû bikin.

Serokê Komeleya Kuber Ebûd Îsa Al Xelîfe, derbarê wê projeyê de dibêje, “Beşek bi rêya elektirîkê tê avdan û beşeke din jî bi rêya mazotê. Dive piştîvaniya elektirîkê hebe. 11 hezar donim tê avdan, 30 hezar kes sûdê jê dibîne, lewra me alîkariyek zêdetir divê, daku ev xelkên hejar,westiyayî û birçî li ser lingên xwe rawestin û bijîn.”

Projeya Kuber-Elî bo alîkariya cotkaran şiyanên wê sînordar in, hevdem rûberên zeviyên çandiniya pembû jî li navçeyê berfirh in, lewma cotkar daxwaza alîkariya zêdetir û berdewam dikin, da ku berhemekî baş bidest bixin û ziyanên sala bihûrî qerebû bikin.

Cotkar Ebû Ehmed jî dibêje divê alîkarî berdewam be û radigihîne, “ Li vî alî 7 hezar kîlo metre tê avdan, li aliyê din jî 3 kîlo metre tên avdan, lê berhem ne gelekî baş e, da ku rewşa avdanê baştir bibe, wêstgeh, generator, cokên avê herdem çaksazî ji wan re pêwîste, divê alîkarî berdewam be. Divê mazot herdem bê peydakirin, ji bo Generator di derxistina avê de berdewam bin.”

Havîna 2014ê DAIŞê navçeya Kuber kontrol kir, di encama şer û bombebaranê de piraniya wêstgehên avdanê li ser çemê Feratê têk çûn, di bihara 2017ê de şervanên HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê navçe ji destê DAIŞê derxistin, piştre Encûmena Sivîl û Desteya Çandiniyê li navçeyê çend projeyên xizmetguzariyê cîbicî kirin.