Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya xwendinê lê da
Hewlêr (Rûdaw) - Sala xwendinê ya 2025-2026an li Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Li seranserî parêzgehan xwendekar çûn dibistanan û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dibistana gundê Dimdimê yê Zaxoyê di merasîmekê de zengila sala nû ya xwendinê lê da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de axivî û got:
“Ez bi destpêkirina sala nû ya xwendinê hemû mamoste, xwendekar û xelkê Herêma Kurdistanê pîroz dikim.
Spasiya malbatên ku zarokên xwe şandine dibistanê dikim.
Ez piştrast im ku ev xwendekar dê di paşerojê de bibin serokên ku welatê me bi pêş bixin.”
Spasiyeke taybet ji bo mamosteyan
Serokwezîr her wiha spasiya wan mamosteyan kir ku tevî zehmetiyên ji ber nehatina meaşan pêvajoya perwerdeyê domandine û anî ziman:
“Mamosteyên fedakar û welatparêz ên Kurdistanê, tevî hemû astengiyan nehişt ku perwerde raweste.”
Mesrûr Barzanî spasiya malbatan jî kir û wiha axivî:
“Bi piştgiriya malbatên ku zarokên xwe dişînin dibistanê, dê paşeroja gelê me geş bibe.
Ez piştrast im ku ev zarok dê di paşerojê de bibin serok û welatê me bi pêş bixin.”
“Îro salvegera damezirandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye”
Mesrûr Barzanî bal kişand ser bipêşketina Zaxoyê û da zanîn:
“Îro her wiha salvegera damezirandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.
Di salên dawî de li Zaxoyê bipêşketinên mezin çêbûn.
Em nexweşxaneya zarokan û qada pêşangeha navneteweyî ji nû ve vedikin.
Her wiha em qonaxa duyem a Kornîşa Zaxoyê jî temam dikin.”
Serokwezîr Barzanî tekezî li ser veguherîna dîjîtal a di perwerdeyê de kir û wiha pê de çû:
“Êdî gelek amarên perwerdeyê bi awayekî elektronîk ji mamoste û birêvebiran re tên pêşkêşkirin.
Ev jî biryardana li ser bingeha zanistî hêsantir dike.
Em ji bo entegrasyona elektronîkî ya xwendekaran a bi sîstema perwerdeyê re bernameyeke nû amade dikin.”
Mesrûr Barzanî behsa projeyên avakirina dibistanan jî kir û got:
“Di salên dawî de zêdetirî 200 dibistan hatine avakirin û nêzîkî 2 hezar dibistan jî hatine nûjenkirin.
Pêdivî bi zêdetir heye û em dê li gorî derfetan vê yekê zêde bikin.”
“Welatê me welatekî pîroz e, bi xwîna şehîdên me hatiye honandin”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:
“Daxwaza min ji mamoste, xwendekar û malbatên wan ew e ku divê mijarên welatparêzî û parastina jîngehê di sîstema perwerdeyê de bibin bingehek.
Welatê me welatekî pîroz e, bi xwîna şehîdên me hatiye honandin.
Erkê me ye ku em vî welatî paqij bihêlin û bi pêş bixin.”
Serokwezîr di dawiya axaftina xwe de bangî mamosteyan kir ku nêzîkatiya wan a li hemberî xwendekaran li ser bingeha hezkirin û rêzgirtinê be û got:
“Di dawiyê de ez hêvî dikim ku pêwendiya di navbera xwendekar û mamosteyan de li ser bingeha hezkirin û rêzgirtinê be, ne bi tirs û neçariyê.
Divê xwendekar rêzê li mamoste û dê û bavên xwe bigirin, mamoste û dê û bav jî divê şiyanên xwendekaran derxin holê û ji bo Kurdistaneke bipêşketîtir piştgiriya wan bikin.”
Nêzîkî 2 milyon xwendekarî dest bi dibistanê kir
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, îsal nêzîkî 1,8 milyon xwendekar li dibistanên fermî û zêdetirî 150 hezar xwendekar jî li dibistanên taybet perwerdeyê dibînin.
Li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê bi giştî zêdetirî 5 hezar û 700 dibistan hene.
Ji dema ku kabîneya 9emîn a sala 2019an dest bi kar kiriye û vir ve, 274 dibistan û baxçeyên zarokan hatine avakirin û avakirina hinek projeyan jî didome.
#VÎDEO - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Zaxoyê zengila sala nû ya xwendinê lê da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 21, 2025
Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
👨🏫 ❝Mamoste mînakên dilsozî û niştimanperweriyê ne❞ pic.twitter.com/363EK2hmUO