18 Photos
Dîmen ji ser Girê Miştenûrê yê li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Dema ku hûn li ser Girê Miştenûrê rûdinin, hûn dikarin sê aliyên Kobaniyê ji başûr ve bi zelalî bibînin.
Ev gir ne tenê cihekî bilind e, di heman demê de bîranîna bajêr e.
Li bakur Deşta Sirûcê dirêj dibe ku Kobanî jî dikeve nava wê û li rojava baxçeyên darên Sawaniyê ku wekî "Darên Hikûmetê" têne binavkirin, belav dibin.
Kobanî bajarekî biçûk e bi rûberê xwe lê bi dîrok û giyanê xwe mezin e.
Payîz tê serdana Kobaniyê, bayekî sar germahiya havînê dişikîne.