Rûdawê rekoreke nû tomar kir: Di 3 hefteyan de 1 milyar temaşekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê, bi medyaya civakî, televîzyon û randyoya xwe ve li Rojhilata Navîn wekî çavkaniyeke girîng a nûçe û agahiyan e.

Rûdaw di dema 10 salên xwe yên borî de, her tim rekoreke nû tomar kiriye û vê carê di nava 3 hefteyan de, li ser Facebookê bi giştî yek milyar caran hat temşakirin û xwendin.

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser hesabê xwe yê Facebookê, tenê di 3 hefteyan de xwe gihand 1 milyar temaşevanan.

Bi vê hejmara temaşevanan re, Rûdawê li seranserê Herêma Kurdistanê û Îraqê rekoreke nû tomar kir.

Rêveberê Medyaya Dîjîtal ê Rûdawê Brwa Kyanî got:

“Bi mîlyonan temaşevanên me hebûn lê armanca me ew e ku em êdî xwe bigihînin bi milyar temaşevanan.  Ev pêşketin, berhemeke ya nûbûn û keda koma me ya Rûdawê ye. Rûdaw bi karê xwe ve bê rikeber e.”

Êdî dora bi milyaran e

Slogana meya nû: Me bi mîlyonan temaşevan derbas kir, niha dema bi milyaran e

Rûdaw li hemû cîhanê û bi taybet li Îraq û navçeyê berdewam dibe çavkaniya agahdarî û nûçeyan.

Agahdarî û nûçeyên ku li Navenda Nûçeyan a Rûdawê û ji aliyê ofîs û peyamnêrên wê yên li gelek welatên cîhanê hatine amadekirin, di medyaya cîhanê de wekî çavkanî tên bikaranîn.

Rêveberê Nûçeyên Rûdawê Beston Nurî jî got:

“Rûdaw wekî zanîngehê her tim rê li ber ciwanên bi medyayê re eleqeder in vekiriye. Rûdawê encamên vê yekê jî dîtine. Faktorek din a bidestxistina rekorên nû Rûdawê girîngiyê dide nûjenbûne. Em her gav hewl didin ku tişta herî çêtirîn pêşkêşî temaşevanên xwe bikin.”

Li gorî daneyên Worldometerê niha nifûsa cîhanê derdora 8 milyar û 67 milyon û 969 hezaran e.

Li gorî vê rekorê, ji sedî 12ê cîhanê li dîmen û vîdyoyên ku ji hesabê medyaya civakî ya Rûdawê hatine parvekirin temaşe kirine.

Brwa Kyanî got, “Ev asta bilind a serkeftinê barê li ser milê me wekî tîm hê girantir kir. Helbet ev ji bo me ne tenê hejmarek e herwiha nîşana pêbaweriya bi vê tora nûçeyan e.”

Li gorî daneyên platforma Facebookê, wekî Rûdawê di navbera 27ê Îlonê û 20ê Çiriya Pêşîn de 44 mîlyon caran nûçeyên me hatin xwendin/tikandin. Di bin vîdeoyên hatine belavkirin de 3 milyon û 200 hezar şîrove hatin kirin.

Rûdaw ne tenê li ser Facebookê herwiha li ser platformên din ên medyaya civakî jî bi awayekî aktîf xebatên xwe didomîne û bêrikeberiya xwe diparêze.

Ji aliyê din ve, Rûdawê wekî yekemîn medyaya Kurdî meha borî sepana kanala WhatsAppê dabû destpêkirin.