Agir bi hêlîna bi hezaran çûkan ket: Şewata li qamirgeha Nehîlê
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê, agir bi qamirgeha Nehîlê ket ku hêlîna bi hezaran çûkan e.
Agir doh ji ber sedemeke ne diyar li qamirgeha li ser rêya Gever û Şemzînanê ket.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Geverê çûn cihê bûyerê.
Ji ber bayê zêde agir bilez belav dibe û heta niha nehatiye vemirandin.
Qamirgeha Nehîlê bi biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê wekî “Herêma Xwezayî ya Parastî” hatibû tomarkirin û gelek cureyên çûkan lê dijîn.
#VÎDEO - Agir bi qamirgeha Nehîlê ya li Geverê ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 21, 2025
Qamirgeha Nihêlê ku bi dehan cureyên balindeyan lê dijîn ji ji doh ve dişewite pic.twitter.com/kLts4QiRLA