EFRÎN - Serkirdeyên komên çekdar ji bo talana zeytûnan dîsa vegeriyane herêmê

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyên komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ku beriya bi demekê ji Efrînê derketibûn ji bo talana zeytûnan dîsa vegeriyane herêmê.

Çavkaniyên ji gundên Efrînê radigihînin ku kom û aliyên ku zeytûnan didizin vegeriyane herêmê û talana xwe didomînin.

Komên çekdar guh nadin biryara Birêvebiriya Herêma Efrînê ya derbarê qedexekirina dizî û firotina zeytûnan bi awayekî neyasayî.

Li gorî zanyariyan serkirde û komên çekdar tevî hinek malbatên Erebên hawirde di dema çinîna zeytûnan de vegeriyane Efrînê da ku zeytûnan talan bikin û dest deynin ser berhemên cotkarên Kurd.

Vegera di dema zeytûnan de

Çalakvanê mafên mirovan Mistefa Şêxo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî. Mistefa Şêxo got, "Bi destpêka dema çinîna zeytûnan re piraniya serkirdeyên komên çekdar û endamên wan vegeriyan Efrînê.

Beşek ji wan berê ji herêmê derketibûn û piraniya endamên wan tevlî refên Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Sûriyeyê bûbûn.”

Mistefa Şêxo da zanîn ku vegera wan serkirde û endaman ji bo rola xwe ya berê ya ferzkirina bacan û diziya zeytûnan bûye.

Li gorî gotina Şêxo ew bi taybetî dest datînin ser berhemên xelkê Efrînê yên ku nû ji deverên koçberiyê vedigerin ser mal û milkan.

Mistefa Şêxo her wiha eşkere kir ku hejmareke mezin a koçberên Efrînî piştî rûxandina rejîma Esed vegeriyan ser mal û milkên xwe.

Çalakvanê mafê mirovan da zanîn ji ber ku Lijneya Aboriyê ya Giştî li wir hatiye avakirin û gelek endamên wê kesên xirab û xwedî sabîqe ne Kurdên ku vedigerin herêmên xwe jî nikarin zeytûnên xwe biçinin.

Daxwazên Lijneya Aborî ya Giştî

Mistefa Şêxo behsa rola Lijneya Aborîyê jî kir û got, "Lijneya Aboriyê ya Giştî ji welatiyên Kurd ên vegeriyayî belge, girêbest û tapoyên milkên wan xwestine.

Lijneyê ji bo vê yekê demeke kurt daye û ev dem têra derxistina belgeyan nake ku armanc jî ew e ku welatiyên Kurd nikaribin belgeyên xwe bi dest bixin.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo şopandina mijarê bi Parlamenterên Efrînê Şêx Seîdzade, Mihemed Seydo û Rengîn Evdo re axivîbû.

Parlamenterên Efrînê ji Rûdawê re piştrast kiribûn ku wan bi Lijneya Aboriyê ya Giştî re têkilî daniye da ku êşa welatiyan kêm bikin.

Li gorî rêkeftina nû ji bo îsbatkirina xwedîtiyê êdî belgeya muxtar û şahidiya du kesan bes e.

Her wiha, kesên li derveyî welat in dikarin bi rêya vîdeoyekê wekîlên xwe diyar bikin û pişt re lijne mal û milkên wan radest dike.

Mînakên talanê li gundên Efrînê

Mistefa Şêxo da zanîn ku li gelek gundên Efrînê zeytûn bi hinceta nebûna belgeyên xwedîtiyê hatine talankirin.

Şêxo mînaka gundê Şenkalê yê girêdayî Racoyê ve anî ziman û da zanîn ku serkirdeyên berê yên Firqeya Hemzatê yên bi navên "Ebû Mihemed Idlibî", "Ebû Nîbal" û "Ebû Ela" zêdetirî 80 karkeran anîne, dest dane ser mala welatiyê Kurd Elî Hesen û zeytûnên gelek welatiyên din ên wekî Elî Hesen, Ekaş Hesen, Hesen Hesen Xatî, Horîk Hecî Soran û Mistefa Elî Seydo li ber çavên xelkê talan kirine.

Mistefa Şêxo tekez kir ku li gundên Ebla û Hesindêra yên nahiyeya Bilbilê û li gundê Şêx Hûtka yê nahiyeya Mabatayê jî talan heye.

Çalakvanê Kurd Şêxo amaje bi biryara Birêvebiriya Herêma Efrînê ya 19ê Çiriya Pêşîn a “qedexekirina” diziya zeytûnan jî kir û got: "Ev biryar ne tiştekî diguherîne ne jî bi paş dixe.

Dizên biçûk û jinên ji malbatên Erebên hawirde bi hejmareke kêm zeytûnan didizin lê lijneyên aborî yên koman bi sed hezaran darên zeytûnan ên welatiyên Kurd talan dikin.”