Dihok û Baden-Wurttembergê peymana destebiratiyê nû kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dihok û herêma Baden-Wurttemberga Almanyayê destebira ne û ev peyman hat nûkirin.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter ragihand ku peymana wan a 10 salan ji bo 3 salên din jî hatiye dirêjkirin.
Wezîrê Herêma Hevahengiya Siyasî û Kar û Barên Ewropa û Navneteweyî yê Baden-Wurttembergê Florian Hassler jî got, "Em dixwazin di warên pêgihandin û rahênana pîşeyî de hevkariyê bikin."
Parêzgarê Dihokê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku peymana di navbera Dihok û herêma Baden-Wurttemberg a Almanyayê de hatiye dirêjkirin.
Elî Teter got ku ev peyman 10 sal in berdewam e û bi amadebûna heyeteke Almanyayê ji bo 3 salên din hatiye nûkirin.
Di heyeta Almanyayê de Florian Hassler, 3 parlamenter û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Witke cih girtin.
Elî Teter derbarê bendên din ên peymanê de jî axivî. Parêzgarê Dihokê got, "Li ser alîkariya akademîk jî biryar hatiye dayîn.
Zanîngehên Dihok û Baden-Wurttembergê dê di gelek babetan de hevkariyê bikin."
Teter her wiha da zanîn ku herêma Baden-Wurttembergê ji bo alîkariya penaber û koçberan roleke girîng lîstiye û barê li ser parêzgehê sivik kiriye.
Di peymanê de her wiha li ser alîkariya di warên çandî, werzişî, aborî, çandinî, pîşesazî û bazirganiyê de îmze hatiye kirin.
Florian Hassler di heman konferansê de axivî û got, "Me di salên borî de li gel Dihokê hevkarî û hevahengî kir; ji vê xebata hevpar dostanî çêbû.
Me cara yekem sala 2015an alîkariya hejmarek jin û zarokên Kurdên Êzidî kir.
Em bi vê peyman û hevparîyê kêfxweş in; em dixwazin di wan warên ku Parêzgarê Dihokê behsa wan kir de bibin alîkar."
Florian Hassler bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Nayif Remezan a li ser pirsgirêkên penaberiyê yên Kurdên li Almanyayê û got, "Berî her tiştî, ew kesên ku me bi xwe ew wergirtine, mijara vegerandinê wan li xwe nagire.
Em dizanin gelek kesan berê xwe daye Almanyayê û ji ber dosyeyên xwe pirsgirêkên wan ên wergirtina mafê penaberiyê hene.
Pirsgirêkên hin kesan ên yekbûna malbatê hebû. Em li ser erk û pirsgirêka koçberiyê jî axivîn û min bi konsul re jî gotûbêj kir da ku bersiva daxwazên yekbûna malbatê, zarok û dêûbavan zûtir bê dayîn."
Baden-Württemberg yek ji şazdeh herêmên Almanyayê ye û dikeve başûrê rojavayê wî welatî.