HSD: Li Dêrezorê 2 şervanên me şehîd ketin, 3 jî birîndar in

21-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Dêrezor Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di teqîna mayînekê de 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da û 3 şervan jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDyê, li gundê Hîsanê yê herêma Kîsrayê ya li çoltera rojavayê Dêrezorê, mayîneke ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû danîn, dema derbasbûna wesayîteke leşkerî teqiya.

HSDyê diyar kir ku di encama teqînê de 2 şervanan canê xwe ji dest daye û 3 şervan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş "kiryarên tirsonek" ên DAIŞê ne ku armanca wan têkdana aştiya navxwe ye.

HSDyê da zanîn ku li herêmê xebatên paqijkirina mayînan didomin û ji bo tespîtkirina şaneyên berpirsyar operasyonên berfireh hatine destpêkirin.

Di daxuyaniya HSDyê de hat gotin:

“Di teqîna mayîneke DAIŞê de 2 şervanên me şehîd ketin û 3 şervan jî birîndar bûn.

Hêzên me dê operasyonên xwe yên li dijî endamên rêxistina terorê û cihên wan ên veşartî bidomînin.

Heta ku hemû çavkaniyên wan ên leşkerî û lojîstîk ji holê werin rakirin em dê têkoşînê bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst