Karayilan: Dibêjin kêm maye Kurdistana mezin ava bibe

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Rêvebir ê PKKê Mûrat Karayilan diyar kir, ku berpirsên dewleta Tirkiyê dibêjin eger Kurd ji ser Efrînê re xwe bigihînin Deryaya Spî dê Kurdistana mezin ava bibe û got: “Ji ber vê behsa operasyona ser Efrînê dikin. Karayilan derbarê çekênAT4 de jî diyar kir “Amerîkayê ew çek nedane me. Ev çek a Swêdê ye û me li bazaran kirî.”

 

Endamê Serkirdetiya PKKê Mûrat Karayilan ji televîzyoneke nêzîkî PKKê re axivî û bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû; “Amerîkayê çeka AT4 daye YPGê û YPGê jî daye PKKê.”

 

Mûrat Karayilan got: “Çekên AT4 roket in. Yên Swêdê ne. Amerîka yan jî hêzên din ne dane YPGê. Anku di destê YPGê de çekeke wiha nîne ku YPG bide me. Lê di destê me de heye. Me ji ku anî? Li bazara çekan heye. Li bazaran her cure çek hene, em ji xwe re bidest dixin.”

 

Karayilan diyar kir, ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê dibêjin, “kêm maye Kurdistana mezin ava bibe. Kurdistana mezin tê wateya biçûkbûna Tirkiyê. Hew maye ku Kurd ji ser Efrînê re xwe bigihînin deryayê.Eger wiha be dê Kurdistana mezin ava bibe” û bi vî awayî behsa operasyona ser Efrînê dikin.

 

Endamê serkirdetiya PKKê got: “Eger êrîşê Efrînê bikin dê şer tenê li Efrînê sînordar nebe. Li hemû deran dê şer bibe. Ew dê bibe şerekî stratejîk. Efrîn dê ji bo dewleta Tirkiyê bibe gor. Ev rastiyek e.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Karayilan amaje bi wê yekê kir, ku dewleta Tirkiyê bêyî destûra Rûsya û Sûriyê nikare li Efrînê operasyon bike û da xuyakirin: “Eger Tirkiye êrîş bike wate Rûsyayê destûr daye. Ez hêvî dikim birêz Pûtîn nekeve vê planê. Hêviya me ji rêveberiya Rûsya ev e.”