Serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê dê 2 cîgirên wan hebin
Silêmanî (Rûdaw) - Piştî çend peywendiyên telefonî, serdana şanda PDKê ya bo Silêmaniyê û civîna wê ya li gel YNK û Goranê, guftûgoya fermî ya wê partiyê li gel aliyên serkevtî yên hilbijartinê dest pê kir.
Her çi qas hinek ji serkirdeyên PDK, YNK û Goranê dibêjin, hêj ew civîn fikra danûstandinê derbas nekirine lê berpirsekî Tevgera Goranê dibêje, Goranê ji PDKê re gotiye di rewşa beşdarîbûnê de em posta cîgirê serokê hikûmetê dixwazin û bêyî wê postê ne hêsan e ku li benda beşdarbûna Goranê bin. Serkirdeyekî YNKê jî dibêje, eger PDK rijd be li ser danîna 2 cîgiran bo serokê hikûmetê, “YNK Qubad Talebanî nake cîgirê serokê hikûmetê.”
Roja 17ê Mijdara 2018a şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Silêmaniyê kir û wek dihat çaverêkirin, di destpêkê de li gel şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) deriyên xwe yên guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû vekir, paşê jî serdana Girdê Zergete kir û li gel Tevgera Goranê jî civiya.
Endamekî serkirdayetiya YNKê red dike ku guftûgo li ser postên hikûmet û parlamentoyê hatiye kirin û dibêje: “Destpêkê behsa bernameya hikûmetê hat kirin, YNK û PDK ew yek destnîşan kir ku wek hêzên yekem û duyem karnameyeke pesendkirî bo hikûmeta nû dabînin û paşê jî YNK ji şanda PDKê re got, YNK wek mafê xwe dizane serokê parlamentoyê û cîgirê serokê hikûmetê û du wezaretên serwer bi dest bixin.”
Ew endamê serkirdayetiya YNKê, ku nexwest navê wî were belavkirin, ne li gel wê nêrînê ye, ku postên ew daxwaza wan dikin, bibe sedem ku Goran beşdarî hikûmeta nû nebe: “Ew daxwazên YNKê ne, Goran jî dikare di guftûgoyan de daxwazên xwe hebin, lê divê Goran wê jî dizanibe ku cudahiya kursiyên wan li YNKê nîvî ye û hêj guftûyonên din mane, ku were kirin.”
Berdevkê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre dibêje, wan di civînê de li gel PDKê destnîşan kiriye ku çawa dikarin ji xeletiyên berê sûdê werbigirin û di kabîneya nû de li ser bingeha karê hevbeş xizmeta hemwelatiyan bikin, “wek YNK em ti kes û alî red nakin û ewên dixwazin beşdarî kabîneya me ya nû bin, bi xêr tên.”
Berdevkê YNKê herwiha got, di warê postan de li gel PDKê kêşeyên wan ên mezin çênebûye, “Divê ew bizanin ku em li ser bingeha hevbeşiyê diçine nav hikûmetê, ne wek beşdarkirinê.”
Lê li got hûrgiliyên gotinan wiha derdikeve ku pêkanîna kabîneya nû ew qas ne hêsan e ku hinek ji berpirsên PDKê pişta xwe bi bidestxistina 45 kursiyan ve girêdabû.
Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên YNKê ketine berdest Rûdawê, di peywendiya telefonî de, ku beriya hevdîtinan di navbera aliyan de pêk hatiye, YNK li gel serokatiya parlamento û cîgirê serokê hikûmetê, wezaretên navxweyî û çavkaniyên siruştî jî bo xwe xwestine. Lê PDKê li şûna Wezareta Çavkaniyê Siruştî, pêşniyar kiriye ku Wezareta Pêşmerge bo YNKê were dayîn.
Lê Rûdawê zanyarî wergirt, ku naskên YNKê nakok in li ser danîna cîgirê serokê hikûmetê.
Malbata Talebanî rijd in li ser wê yekê ku Qubad Talebanî di posta xwe de bimîne.
Baskê Kosret, ku niha li gel Lahor Talebanî di hinek mijaran de hemhelwest e, dixwaze kurê Kosret Resûl Elî bibe cîgirê serokwezîr.
Roja 6ê vê mehê gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê yekemîn r3uniştina xwe saz kir. Ji wê vir ve hêj jî aliyên wan nikarin bigihên rêkevtinekê bo diyarkirina Desteya Serokatî ya Parlamentoyê, parlamenteran di wê civînê de tenê sonda yasayî xwar û civîn vekirî maye, daku aliyên serkevtî rêkdikin.
Şanda PDKê di rûniştina xwe ya li gel Tevgera Goranê de, ji berpirsên Goranê re got, beşdarîbûna Goranê ya di kabîneya nû de bo me wek hildana rûpeleke nû ye di peywendiyan de: “Em razî ne vê qonaxê bi hevdu re derbas bikin.” Endamekî Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê herwiha dibêje: “Piştî civîna li gel PDKê, Tevgera wan dest bi wergirtina fikr û ramana aliyên xwe kiriye û bo wan aşkere dike ku bo çi dixwaze beşdarî hikûmetê bibin.”
Ew endamê Civata Nîştmanî ya Tevgera Goranê, ku hêj nizane kengî civîna civatê tê sazkirin, dibêje, cihê biryara dawiyê Civata Nîştimanî ye: “Eeger Civata Nîştimanî biryar bide ku em beşdarî hikûmetê bibin, wê demê dibe bi wergiritna 3 wezaretan, eger cîgirê serokê hikûmetê nedin me, em başdar bibin.”
Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand, “Me rûnitştineke têrûtijî kir, birayên PDKê daxwaza xwe derbirîn ku ew pê kêfxweş in ku Tevgera Goranê beşdarî hikûmetê bibe. Me herdu aliyan fikr û ramanên xwe dan û stand û em bi bal û têbiniyên hevdu têgihîştin.”
Di vê derbarê Endamê Serkirdayetiya PDKê Nûrî Heme El3i got, YNK bş rêya berdevkê partiya xwe bi şêweyekî wiha diaxive, ku çavê YNKê di dabeşkirina postan de li nîvî û nîvî de: “Lê dengderên PDKê vê yekê qebûl nakin.”
Ew endamê serkirdayetiya PDKê bi dûr dizane ku israra YNK û Goranê y abo wergirtina posta cîgirê serokê hikûmetê pêkanîna kabîneya nû aloz bike û got: “Divê du cîgirên her yek serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê hebin, di vê kabîneyê de PDK Tirkmen û Mesîhiyan razî dike û cîgirê serokê parlamentoyê dide Tirkemanan û YNK jî razî dibe bi du cîgirên serokatiyê.”
Berpirsên PDKê wê serdana Silêmaniyê, wek ew ji Rûdawê re behs dikin, di rojên bê de serkirdayetiya PDKê dicive û şanda PDKê hûrgiliyên wan guftûgoyan tîne ziman. Paşê nêrîna fermî û dawî ya PDKê tê amadekirin û şandek bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo danûstandinê careke din diçe Silêmaniyê. Plana PDKê ew e, ku heta dawiya vê mehê Desteya Serokatî ya Parlamentoyê were hilbijartin û beriya sala nû hikûmetê were bikaranîn.