Galeriya wêneyan

21-11-2023
17 Photos
RÛDAW

Li navend û navçeyên parêzgeha Wanê ya Bakurê berf bariya û xweza bi rengê spî xemilî.

Stûriya berfê li navenda bajêr gihişt 5 santîmetreyan û li deverên bilind jî gihişt 20 santîmetreyan.

Herwiha tîmên pêwendidar ji bo rêya di navbera Wan û navçeya wê Miksê de û rêya di navbera Wan û Colemêrgê de neyên girtin bi berdewamî berfê paqij dikin.

Herwiha berfa li navçeya Artemêtanê dîmenên mîna kartpostalan derxist holê.

Li Bakurê Kurdistanê çend roj in hewa sar bûye û pileya germê daketiye.

Foto: Rûdaw