TAYBET - Kurdistan li Şamê hat windakirin
Şam (Rûdaw) - Paytexta Sûriyeyê bi hezaran serpêhatiyên biêş di pêsîra xwe de bin ax kirin. Kurdistan jî yek ji wan serpêhatiyan e.
Jina bi navê Kurdistanê beriya bi 13 salan ji ber navê xwe hat girtin û di girtîgehên Sûriyeyê de hat windakirin.
Dayîka Kurdistanê Henîfa Xelîla ji Efrînê ji ber pêşhatên li Başûrê Kurdistanê û hezkirin Doza Kurdistanê navê keça xwe kiriye "Kurdistan."
Çîroka Kurdistanê yek ji çîrokên herî biêş ên şerê navxwe yê Sûriyeyê ye.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, li Sûriyeyê herî kêm 150 hezar kes winda ne ku bi hezaran ji wan jî Kurd in.
"Min navê keça xwe kir Kurdistan"
Henîfa Xelîla 60 salî ku bi xwe ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye, diyar dike ku ji ber baweriya wê ya bi doza Kurdistanê wê navê keça xwe jî kiriye Kurdistan.
Henîfa Xelîla dayîka Kurdistanê li ser çîroka windabûna Kurdistanê got:
"Dema ez 14 salî bûm li Başûrê Kudistanê şer çêbû. Min li ser Mesûd (Serok Mesûd Barzanî) û Bavê Mezin Barzanî (Mela Mistefa Barzanî) gelek tişt dibihîstin.
Min navê keça xwe kir Kurdistan. Keça min jî mezin bû û digot, 'We navê min kiriye Kurdistan, ez jî dixwazim cilên Pêşmergeyan li xwe bikim.'"
Kurdistan sala 2012an ku wê demê hîn 24 salî bû li ser rêbendeke hikûmetê ya li Şamê ji ber navê xwe ji aliyê hêzên rejima Beşar Esed ve tê girtin û windakirin.
Dayîka Kurdistanê got, "Kurdistan sala 1988an li Şamê ji dayîk bû. Me ew li ser nifûsa Bilbilê tomar kir.
Ew di dibistanê de jî gelekî jêhatî bû lê ji ber navê wê ew bi ser nedixistin."
"Li Seydnayayê 800-1000 Kurd hebûn"
Her çend malbata Kurdistanê bihîstibû ku keça wan li Girtîgeha Seydnayayê ye jî Birêvebirê Hevgirtina Girtî û Windabûyên Sêdnayayê vê yekê red dike.
Diyab Siriyê ku pênc salan li Girtîgeha Seydnayayê maye ji Rûdawê re got:
"Li gorî amarên me, ji sala 2011an heta 2021an nêzîkî 30 hezar kes derbasî Seydnayayê bûn.
Em texmîn dikin ku tenê 5 hezar kes rizgar bûne. Ji wan 30 hezar kesan, 800 heta hezar kes jê Kurd bûn.
Li Seydnayayê jin nebûn, ji ber ku ew girtîgeh bi taybetî ji bo mêran bû. Jin li navendên ewlehiyê yan jî li Girtîgeha Edrayê bûn."
"Xwezî hema goreke wê hebûya"
Li gorî Lijneya Navneteweyî ya Kar û Barên Windabûyan, li Sûriyeyê herî kêm 150 hezar kes winda in.
Dayîka Kurdistanê diyar dike ku ew ji navlêkirina keça xwe ne poşman e lê tenê daxwazeke wê heye.
Henîfayê bi çavên tijî hêsir got, "Xwezî hema goreke wê hebûya, ez dê li ser têr bigiriyama."