Nûnerê Ormiyê li ser îdamkirina kurdan: Ev qanûn e û divê were cîbicîkirin

21-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Nûnerê kurd ê bajarê Ormiyê di Parlametnoya Îranê de Abid Fettahî, li ser girtiyên siyasî yên kurd ên ku zêdetirî mehekê ye ketine gireva birçîbûnê got, ji ber kêmbûna îmkanat û derfetan daxwaziyên wan hehatine çareseririn. Fettahî li ser îdamkirina kurdan jî wiha got: “Ev qanûn e û divê were cîbicîkirin.”

Zêdetirî mehekê ye komek girtiyên siyasî yên kurd, ku piraniya wan bi cezayên îdamê hatine mehkûmkirin, ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê ketine gireva birçîbûnê. Li gorî agahiyan, rewşa hinek ji wan girtiyan roj bi roj xirabtir dibe lê heta niha tedawî qebûl nekirine.

Parlamenterê kurd û nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî, li ser rewşa girtiyên siyasî ji malpera KurdPayê re gotiye, eger heta niha pirsgirêk û daxwaziyên wan nehatiye çareserkirin ji ber nebûna îmkanant û derfetan bûye û da zanîn ku wî bi rayedaran re li ser wê mijarê hevdîtin kiriye û wan jî soza çareserkirina arîşeyan dane.

Fettahî diyar kir ku eger derfet çêbibe dê bixwe serdana girtîgehê bike û bi girtiyên ku ketine gireva birçîbûnê re baxife.

li ser sedema îdamkirina girtiyên siyasî yên kurd jî wî parlamenterê kurd wiha got: “Helbet girtiyên siyasî li Îran birêz û hurmet in. Ew jî zarokên me ne û ji bo hêja ne lê li Îranê qanûn heye û divê were cîbicîkirin.”

Rayedarên girtîgeha Ormiyê nahêlin malbatên girtiyan serdana wan bikin û heta niha gellek caran ew bi îdamê tehdîd kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst