Wezîrê Berevaniya Kanada li Hewlêrê ye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Kanada, Harjit Sajjan şeva borî hat Hewlêrê. Sajjan dê bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin bike.

Şeva borî Wezîrê Berevaniya Kanada Harjit Sajjan piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe û Wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Sincarî, berpirsê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hevdîtinên Sajjan bi rayedarên Kurdistanê re dê îro dest pê bikin û dê her du alî li ser şerê DAIŞê, alîkariyên Kanada bo Pêşmerge û hinek mijarên din gotûbêj bikin.

Kanada di şerê DAIŞê de beşdar e û bi şandina pisporên leşkerî û çek û cebilxane, alîkariya Pêşmerge kiriye.