Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, di derbarê fermana girtina xwe de daxuyaniyek da û ragihand, ku baweriya wî bi dadweriya Iraqê heye.
Rakan Cibûrî di daxuyaniya xwe dibêje, dadwerê desteya destpakiyê û axavtinên nûnerên yasayî weke zanyarî nehatine tomarkirin û ew li benda bersiva aliyên peywendîdar jî nemane, ku ew jî ji bo emîndariya giştî ya encûmena wezîran vexwendibana û ew jî beşdarî lêkolînan bibûya, lê dîsa jî baweriya wê bi dadweriya Iraqê heye.
Di rojên derbasbûyî de Desteya Destpakiyê ya Iraqê nûçeya di derbarê derxistina fermana girtinê bo parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet de piştrast kiribû.
Li gorî madeya 340 a yasaya cezayan a Iraqê, eger ew tometên ku li ser Rakan Cibûrî hene, rast derbikevin, dê cezayê zêndanê yê ji 4 sal heta 7 salan lê bê birîn.
Rakan Cibûrî herwiha dibêje: “Li gor yasayê ez li ser erkê xwe weke paêrzgarê Kerkûkê berdewam im, lêkolînên di derbarê mijara biryara desteserkirina min de jî heta niha berdewam in”.
Desteya Destpakiya Iraqê ragihandiye, Rakan Cibûrî rêkarên yasayî yên pêwîst li hember hinek kelûpelan cîbicî nekiriye, ku li xaleke gumrukê ya parêzgeha Kerkûkê dest bi ser de hatiye girtin, dema ku serokê lijneya berpirsê wî karî bûye û ji ber wê jî ew kelûpel di sala 2016an de xirab bûne û piştre hatine jinavbirin.
Pêştir Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Cuwan Hesen ji Rûdawê re ragihandibû: “Desteya Destpakiya Iraqê fermanek bo desteserkirina Rakan Cibûrî li ser heşt dosyeyên gendeliyê derxistiye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê encam dane”.
Cuwan Hesen herwiha gotibû: “Li gor zanyariyên ku gihîştine destê me, di nava dosyeyên gendeliyê de, xercê 46 milyar dînarî ya ji bo qerebûkirina navçeyên wêranbûyî di şerê DAIŞê de, û herwiha 71 milyar dînarên ji bo projeyên Kerkûkê ji wan dosyeyan in ku pêştir Rakan Seîd Cibûrî ragihandibû ku bi agahdariya encûmena parêzgeha Kerkûkê xerc kiriye”.
Wê endama encûmena parêzgeha Kerkûkê tekez kiribû: “Encûmenê parêzgehê haydarî xerckirina ti pereyekê nîne”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse