Ozçelik: Banga me ji bo parastina destkeftên Başûrê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk bdibêje “êrîşeke mezin û plankirî heye ku, dixwaze zerarê bide destkeftinên li Başûrê Kurdistanê, dixwaze serwerî û hebûna van destkeftinan ji holê rake” û ew dubare banga xwe “ji bo parastin û lêxwedîderketina  destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê” dikin.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk bu daxuyaniyekê bibîr xist ku wan wek PAK  di roja 17ê Kanûna 2020an de bangek “li Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.”

Mistefa Ozçelîk dibêje wan di banga xwe de bi zelalî gotibû: “Em weke Partiya Azadiya Kurdistanê pir bi zelalî dibêjin, kî serweriya desthilata Herêma Kurdistanê, Parlemento, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê tune bihesibîne, nas neke û binpê bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze destkeftinên netewî û niştimanî yên Herêma Kurdistanê ji holê rake, zererê bidê, texrîb bike, em wan şermezar dikin. Kî êrîşî hêzên Pêşmerge bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze li Rojavayê Kurdistanê ew xebat û hewlên yekrêziya Kurd û Kurd ji holê rabike, zererê bidê, têk bide em wan şermezar dikin. Kî ofîsên ENKSê dişewitînin, êrîşan dikin û zererê didin Kurdan, em wan şermezar dikin. Lê êdî gotin, bang, şermezar kirin têrê nakin. Divê ji bo parastin û piştgirî û lêxwedîderketina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê, gavên nû bêne bêne avêtin. Ji bo wê jî ez bangî Birêz Serok Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Demildest bes ji bo vê mijarê, civîneke awarte, acîl li dar bixin û bangî hemû partiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdan yên li weltên cîhanê bikin vê meselê bi zelalî ji me re eşkere bikin û em biaxivin û em bikaribin helwesteke netewî û niştimanî bi hev re nîşan bidin. Li Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin îro li ber Kurdan e û ev xeterî êdî êdî berê wê dide Rojavayê Kurdistanê jî. Ev xeterî dê bi temamî tesîrê li qedera Kurd û Kurdistaniyan bike. Ez behsa Kongreya Netewî nakim. Şerdên Kongreya Netewî tune ye. Lê bes ji bo vê mijarê pêwîst e civînek li dar bikeve’’.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe Ozçelîk dibêje: “Belê banga me ev bû. Em niha jî vê banga xwe  dubare dikin. Êrîşeke mezin û plankirî heye ku, dixwaze zerarê bide destkeftinên li Başûrê Kurdistanê, dixwaze serwerî û hebûna van destkeftinan ji holê rake. Ji ber vê xeterîyê jî, divê ji bo ku em bi deng û helwesteke xurt û berfireh li himberî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, êrîşên li ser hêzên pêşmergeyên Kurdistanê derkevin; ji bo ku em xwedî li destkeftinên netewî, niştimanî yên Dewleta Federe derkevin; ji bo ku em bêjin Kerkûk û Şingal û hemû axa dagirkirî ya mijara madeya 140î axa Kurdistanê ye û divê vegere ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê, divê demildest civîneke awarte bê li derxistin.

Dewletên ku îro bi pirsa Kurd û Kurdistanê rûbirû ne, ew naxwazin Kurd li tu parçeyekî Kurdistanê rehetiyekê bibînin, destkeftinên wan pêş bikevin. Û hinek aliyên li ser navê Kurdan tevdigerin jî, mixabin bi kiryarên xwe rê ji van xêrnexwazan re xweştir dikin ku zerar bigihêje destkeftîyên heyî. Ji ber vê yekê em bang dikin, heger hinek xêrnexwazên Kurdan plan û projeyên wan hebin, divê wek aliyên Kurdan plan û projeyên me jî hebin.”

Ozçelîk amaje dike ku “Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê temsîlkarên fermî, meşrû, hilbijartî yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê ne. Birêz Serok Mesûd Barzanî, serok û rêberekî ku ji alîyê dewletên cîhanê ve  qebûlbar e, yek ji Damezranêr û Yekemîn Serokê Hibijartî yê  Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ye, ji alîyê raya giştî ya her çar perçeyên Kurdistanê rêzdar e, cîhê bawerîyê ye. Ji ber vê rastîyê jî , ya herî maqûl ew e ku ev birêzana, ji bo parastin û xwedî lêderketin û rêzgirtin û qebûl kirina destkeftin û serwerîya Herêma Federe ya Kurdistanê,  bangî  alîyê Kurdan bikin.”

Serokê Giştî yê PAKê herwiha dibêje: “Divê em hemû Kurdên cîhanê jî, li gel Rêveberiya Federe ya Herêma Kurdistanê  bin û em bêjin hemû dewleten herêmê û cîhanê, hemû hêzên çekdar û siyasî divê rêzê li serwerîya meşrû ya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê bigirin. Û divê em bi yek dengî bangî PKKê bikin da ku dest ji hemû  êrîşên xwe yên li ser hêzên pêşmerge berde û li Şingalê, li Kerkûkê û li hemû Başûrê Kurdistanê rêzê li biryar û Serwerîya Rêvebirîya Meşrû ya Federe ya Herema Kurdistanê bigire. Divê em bi yekdengî li himberî hemû cûre êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestin, em li vê dewleta xwe, li van destkeftinên xwe xwedî derkevin. Hinek xêrnexwaz dixwazin gelê me yên herçar perçeyên Kurdistanê ji hevdu dûr bixin, ji hevdu sar bikin, divê em rê nedin vê plana xêrnewazxan.

Em dibêjin, Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê mebest û armancê civînekê li dar bixin dê rê li ber gelek xeterî û şaşitîyan jî bigirin. Û heger bangî me bikin, emê wek PAK bi dilxweşî beşdarî wê civînê bibin. Û Birêz Serok Mesûd Barzanî û birêzan Rêvebirên Dewleta Federe ya Kurdistanê bi vê mebest û armancê bangî kê bikin em dê rêzê li biryara wan bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku, civîneke weha ku ji bo hûnandin û xurtkirina helwesteke weha netewî, niştimanî ya hevbeş a ji bo parastin û xwedîlêderketina Dewleta Federe ya  Başûrê Kurdistanê li dar xistin  pêwîstîyeke dîrokî ye. Û em di wê bawerîyê de ne ku Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê baştir bizanibin ji bo vê civînê bangî kê bikin. Em divê rêzê li wan bigirin û bihêlin ku bila ew bi xwe vê tesbît bikin.”