Nûrî Malikî serdana Herêma Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Çarçoveya Hemahengiyê bi serokatiya Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê roja Çarşembê serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel Serok Mesûd Barzanî dicive.

Serkirdeyê Hevpeymana Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî, Gatih Rikabî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “roja Çarşembê şandeke Çarçoveya Hemahengiyê bi serokatiya Nûrî Malikî dê serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel Serok Mesûd Barzanî û serkirdeyên PDKê û YNKê bicive.”

Derbarê armanca serdanê de endamê berê yê parlemantoya Iraqê û berbijêrê sernekeftî yê Hevpeymana Dewleta Qanûnê di hilbijartinên vê carê de Gatih Rikabî got “armanc ji vê serdanê gotûbêjkirin derbarê pêşhatên herî dawî, mijarên hilbijartinê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye.”

Hefteya derbasbûyî şandeke PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî, Endamê Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê kiribû û li gel aliyên siyasî yên Iraqî di nav de serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê jî, civiyabû.

Çarçoveya Hemahengiyê ji piraniya aliyên Şîe ji bilî Tevgera Sedir pêk hatiye û encamên hilbijartina 10ê Cotmeha îsal red dikin û daxwaza hilweşandinê dikin. Wan aliyan li Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, ji bo hilweşandina encamên hilbijartinê gilî tomar kirine.