Galeriya wêneyan

21-12-2021
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Di çarçoveya roja Pêncemîn ya di 5emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê de, 37 film di beşên cuda de hatin pêşandan û di nava wan de berhemeke Tora Medyaya Rûdawê jî heye.

Roja Sêşemê 21ê Kanûna 2021an di 5emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê de 37 fîlm hatin nîşandan ku yek ji wan belgefîlma ku berhema Tora Medyayî ya Rûdawê  “Zilamek li Reş Hirmê” ya bi derhêneriya Burhan Ehmedî bû ku dema wê 15 xûlek e û di beşa pêşbirka belgfîlman de hat nimayişkirin.

Di belgefîlma “Zilamek li Reş Hirmê” behsa çîroka Qadir Mewlanpûr dike ku li Gundê Reş Hirmê  di dema kimyabarana  bajarê Serdeştê de hejmareke xelkê wî gundî dibin qurbanî

Di çarçoveya çalakiyên festîvalê de heft belgefîlmên Kurdî û navneteweyî hatin nîşandan, 12 kurtefîlmên Kurdî, 7 kurtefîlmên biyanî û 3 kurtefîlmên anîmasyon hatin nîşandan.

Foto: Bilnd Tahîr / Rûdaw