Galeriya wêneyan

21-12-2023
12 Photos

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi minasebeta Cejna Noelê û sala nû, ji bo dîplomat û nûnerên welatan merasîmeke pêşwazî û şîvê saz kir.

Di merasîma ku bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye lidarxistin de, alîkarên Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir û Cafer Şêx Mistefa, gelek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û balyozên welatan amade bûn.

Di merasîmê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Cejna Noelê û sala nû li beşdarbûyan kir.

Herwiha Herîrî spasiya gelê Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya welatên li Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku sala nû ji hemûyan re aram û bextewerî bîne.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya merasimê de çendîn tabloyên dîlana Kurdî hatin pêşkêşkirin.