Li Semsûrê minîbusek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê minîbusek qulibî û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza li kîlometreya 15emîn a rêya Semsûr-Kolikê çêbû.

Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin, ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirand û AFADê çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 4 kesên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn û û asê man.

Tîman birîndar ji cihê ku tê de asê mabûn derxistin û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.