GEVER - Gundê Elwerê 2 sal in di tariyê de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Elwerê yê navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, 2 sal in pirsgirêka elektrîkê heye.
Tevî hemû nerazîbûn û protestoyan, pirsgirêka gundiyan hîn nehatiye çareserkirin.
Xelkê gund dixwazin ku trafoya gund were guhertin û ji bo vê yekê gelek caran serî li saziyên pêwendîdar dane lê heta niha daxwaza wan nehatiye bicihanîn.
"Zarok nikarin dersên xwe bikin"
Niştecihê gund Sabrî Çakmak diyar kir ku xwendekar mexdûr in û got:
"Zarokên me hene, diçin dibistanê. Divê êvarî dersa xwe çêkin lê ji ber ku elektrîk diçe, zehmetiyê dibînin.
Li hinek malan çira û jenerator nînin. Ji ber wê em rûbirûyê zehmetiyên mezin dibin."
"5 xulekan heye, 5 xulekan tune"
Ji ber nebûna elektrîkê zehmetiya herî mezin jin û zarok dikişînin.
Dema elektrîk nebe bîrên avê jî kar nakin û gundî bê av dimînin.
Nişteciha gund Ayşe Çakmakê jî wiha axivî:
"Av tune, elektrîk tune, ti derfetên me jî nîne. Halê me ev e, 5 xulekan elektrîk heye û 5 xulekan tune.
Ne av û ne jî tiştekî din heye. Em gelekî mexdûr in. Em 13 kes di vê malê de dijîn, halê me ev e."
Li gundê Elwerê 50 mal hene û ji bilî gelek xwendekaran, nexweşên giran jî hene ku pêwîstiya wan bi elektrîkê heye.