Ahmet Guneştekîn: Heqareta li Leyla Zanayê li gelekî hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Ahmet Guneştekîn li ser çêrên alîgirên Bursasporê yên li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bertek nîşan da û got, “Heqareta li wê hatiye kirin ne li kesekê ye; li jinekê, li gelekî û li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin.”
Hunermend Ahmet Guneştekîn diyar kir ku Leyla Zana “Ji bo Kurdan tenê navek nîne; sembola zimanekî hatiye înkarkirin û hafizeyeke ku berdêl daye û diaxive ye.”
Guneştekîn destnîşan kir ku bi vê tevgera li trîbunan nefret hatiye asayîkirin.
"Ev asayîbûna nefretê ye"
Ahmet Guneştekîn bi bîr anî ku nefret têr nabe û ji ber vê yekê divê li dijî wê were derketin.
Parvekirina Ahmet Guneştekîn a li ser mijarê wiha ye:
“Leyla Zana; Ji bo Kurdan tenê navek nîne; sembola zimanekî hatiye înkarkirin û hafizeyeke ku berdêl daye û diaxive ye.
Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê biwîjdan û xwedî hestên mirovî divê wekî jineke aştiyê ya girîng li wê were mêzekirin.
Heqareta li wê hatiye kirin ne li kesekê ye; li jinekê, li gelekî û li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin.
Li trîbunên futbolê hedefgirtina jinekê ne bi werzişê, ne bi fikrê û ne jî bi hezkirina welêt tê ravekirin.
Ev asayîbûna nefretê ye.
Mixabin ev zimanê ku li trîbunan bilind dibe bi bêdengiyê û bi çepikan hat rewakirin.
Ya hîn tal, hinek siyasetmedaran li şûna ku vê şermê şermezar bikin piştgirî dayê.”
"Ez vê şermê qebûl nakim"
Guneştekîn di dawiya peyama xwe de helwesta xwe bi zelalî nîşan da û got:
“Heqaret ne fikir e.
Nijadperestî ne siyaset e.
Nefret qet ne cesaret e.
Îro li Leyla Zanayê, sibe li jineke din...
Çimkî nefret têr nabe.
Ez vî zimanî red dikim.
Ez vê şermê qebûl nakim.
Mirovahî ne li trîbunê, di wîjdan de tê qezenckirin.”