Li Balafirgeha Amedê kaos: Sefer betal bûn, rêwî hêrs bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Amedê careke din bi betalkirin û paşketina seferên balafiran bû rojev.
Îro sefera kompanyaya Ajetê ya ber bi Stenbolê ve 3 caran li ser hev bi paş ket û di dawiyê de hat betalkirin.
Rêwiyên ku bi saetan li balafirgehê man, bertekeke tund nîşanî fîrmayê da.
"Ji ber arîzeya teknîkî"
Sefera ku diviyabû saet 09:50yê serê sibehê bihata kirin, ji ber arîzeyeke teknîkî pêşî çend caran paş ket û paşê jî hat betalkirin.
"Rêwî mexdûr bûn"
Gelek rêwiyên ku dê biçûna derveyî Tirkiyeyê û bajarên din mexdûr bûn.
Ji ber ku demeke dirêj ti agahî ji fîrmayê nehatin dayîn û eleqe bi wan nehat nîşandan, rêwî li ber ofîsa Ajetê kom bûn û nerazîbûna xwe anî zimên.
"Sefera nû saet 19:45an e"
Di dawiyê de sefereke nû ji bo saet 19:45ê êvarê hat diyarkirin.
Lêbelê, kesekî ku taziyeya wî hebû û rêwiyên ku ji kar û çûyîna derve man bi hêrs bertek nîşan da.
Balafirgeha Amedê di demên dawî de bi betalbûn û paşketina seferan dibe cihê mexdûriyet û hêrsa welatiyan.