TAYBET - HSD û Şamê li ser çi û çi li hev kiriye?
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer ji Rûdawê re got, “Li ser sê firqe û lîwayeke jinan lihevkirin çêbû.”
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê hejmara şervanên HSDyê yên ku dê tevlî artêşê bibin wekî "50 hezar şervanan" destnîşan nekiriye.
Ebdulkerîm Omer diyar kir ku nûçeyên li ser mijarê hatine belavkirin ne rast in.
Di medyaya Ereban de hatibû belavkirin ku hikûmeta Sûriyeyê pêşniyarek pêşkêşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.
Li gorî wan nûçeyan, hikûmet razî bûye ku 50 hezar şervanên HSDyê di nav sê firqeyan û lîwayeke taybet a jinan de cih bigirin.
Lê hatibû îdiakirin ku ev yek bi mercê dûrxistina hinek fermandaran û destûra derbasbûna artêşa Sûriyeyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer ji Rûdawê re ragihand ku ew nûçe ne rast in.
Omer da zanîn ku tiştekî wiha nehatiye pêşniyarkirin lê belê wî piştrast kir ku li ser sê firqeyan û lîwaya taybet a jinan lihevkirin hatiye kirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser her wiha eşkere kir ku ew hêzên ku li ser wan lihevkirin hatiye kirin dê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê bimînin.
Hinek çavkaniyên nav Rêveberiya Xweser jî ji Rûdawê re diyar kir ku ew pêşniyarnameya hikûmeta Sûriyeyê ya ku ji HSDyê re hatiye şandin niha tê gotûbêjkirin.
Tê payîn ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de beriya sersalê civînek pêk were.