Hunermend û Pêşmergeyê berê yê Xiristiyan Zuhêr Ebdulmesîh koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyê berê yê Xiristiyan û lîstikvanê şanoyê Zuhêr Ebdulmesîh Ebdoka koça dawî kir.

Zuhêr Ebdulmesîh Ebdoka ji ber nexweşiyê şeva borî li Swêdê di 76 saliya xwe de wefat kir.

Ebdoka yek ji navên pêşeng ên tevgera şano û sînemaya Başûrê Kurdistanê bû.

Ew di heman demê de apê Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdoka bû.

Xatirxwestina hestyar a Ano Cewher

Wezîr Ano Cewher nûçeya tal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û peyameke sersaxiyê ya hestyar belav kir û got:

"Pêşmergeyê kedkar ê Şoreşa Îlonê ya Mezin, kadroyê dilsoz û kevn ê Rêbaza Barzaniyê Nemir; apê me yê hunermend û niştimanperwer ê tijî hezkirina mirovan em hiştin û çû.

Ruhê te şad be apo, cihê te bihuşt be.

Gotinên te yên bi qîmet, şîret û dostaniya te dê her dem di nav me de bijîn."

Jiyana ku di nav hunerê de derbas bû

Zuhêr Ebdulmesîh Ebdoka sala 1948an li navçeya Enkaweyê ya Hewlêrê ji dayîk bûye.

Ji ber ku bavê wî mamoste bû zarokatiya wî li Elqûşê derbas bûye.

Hunermend pişt re ji bo temamkirina perwerdeya xwe vegeriyaye Hewlêrê.

Sala 1973yan ji Akademiya Hunerên Bedew a Bexdayê mezûn bûye.

Ebdulmesîh sala 1969an bi derhêneriya lîstikeke şanoyê ya ku ji berhema Victor Hugo hatibû wergirtin dest bi jiyana hunerê kir.

Sala 1970yî derbasî cîhana radyo û televizyonê bû û bi nifşê zêrîn ê hunera Kurdî ya wekî Ehmed Salar, Telet Saman û Şemal Ebareş re xebitî.

Di gelek berhemên girîng ên wekî "Nefretlêkiraw", "Lanewazan", "Mereze" û "Xuley Çexmaxe" de wekî lîstikvan û alîkarê derhêner xebitî.

Berhemên ku mohra xwe li salên 80yî xistin

Ebdulmesîh, salên 1980yî bi berhemên xwe yên komedî û rexneyî mohra xwe li dîroka hunera Kurdî xist.

Di nav wan berheman de "Cenabî Cenewar" û "Tapo Heqî Çi ye?" hene ku wî derhênerî û senarîstiya wan kiribû.

Hunermend û Pêşmerge

Ebdulmesîh Ebdoka ne tenê bi nasnameya xwe ya hunerî, bi helwesta xwe ya niştimanî jî dihat naskirin.

Sala 1974an tevlî Şoreşa Îlonê bû û di nava refên Pêşmergeyan de cih girt.

Di Radyoya Dengê Kurdistanê de jî xebitî.

Hunermend ji sala 1999an ve li Swêdê dijiya û gelek caran hatibû Başûrê Kurdistanê.