Ebdal: Îraq xwe ji tezmînkirina şehîdên Komkujiya Enfalê didize

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyan ragihand ku hikûmeta Îraqê naxwaze xizmên qurbaniyên Komkujiya Enfalê tezmîn bike.

Her wiha hûrgiliyên rêkeftineke nû ya bi Bexdayê re eşkere kir.

Li gorî rêkeftinê, dê meaşê girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wekî yê Îraqê lê were.

Berpirsê Wezareta Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyan Nafser Nûrî Ebdal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Nafser Nûrî Ebdal ragihand ku heta niha xizmên şehîdan û Enfalkiriyan ji aliyê hikûmetên Îraqê ve nehatine tezmînkirin.

Ebdal amaje bi wê yekê kir ku Bexdayê di asta berpirsyariya xwe ya yasayî û exlaqî de gav neavêtine û got:

"Diviyabû Îraqê lêborîn ji gelê Kurd bixwesta û tezmîna madî û manewî bikira lê mixabin berdewam xwe ji vê didize."

"Zêdetirî 100 rûfatî li Bexdayê ne"

Di Enfalê de nêzîkî 182 hezar welatî şehîd bûn.

Parlamentoya Îraqê 14ê Nîsana 2008an Enfal wekî komkujî nas kiribû.

Nafser Nûrî Ebdal diyar kir ku heta niha tenê 3 hezar û 635 rûfat vegeriyane Herêma Kurdistanê.

Ebdal da zanîn ku hejmareke zêde ya rûfatan mane û cihên wan hîn nehatine destnîşankirin.

Nafser Nûrî Ebdal da zanîn ku niha rûfatên zêdetirî 100 Enfalkiriyên Çemçemal û Germiyanê li Tiba Dadî ya Bexdayê ne.

Ji bo vegerandina wan kar û xebat tên kirin.

Nafser Nûrî Ebdal anî ziman:

"Lê mixabin pêvajoya vekirina gorên bikom hêdî dimeşe û hikûmeta federal ji bo bipêşxistina pêvajoyê baş alîkariyê nake."

Ebdal derbarê Enfala Badînanê jî got:

"Heta niha ti rûfatên Enfala sala 1988an a Badînanê nehatine vegerandin û cihê gorên wan jî ne diyar e."

91 milyar dînar ji bo xwendinê

Nafser Nûrî Ebdal bal kişand ser xizmetguzariyên ji bo xizmên şehîdan û da zanîn:

"Di navbera salên 2018 û 2024an de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 91 milyar dînar ji bo xwendina keç û kurên şehîdan terxan kiriye."

Ebdal anî ziman ku heta niha zêdetirî 9 hezar malbatên şehîdan û girtiyên siyasî mane ku erd an xaniyan wergirin.

Ebdal diyar kir ku plana wezaretê heye ku di salên 2026 û 2027an de hemû malbat ji wergirtina erd an apartmanan sûdmend bibin.

"Meaşê girtiyên siyasî tê zêdekirin"

Nafser Nûrî Ebdal, behsa wê yekê kir ku wan rêkeftinek bi Bexdayê re îmze kiriye.

Armanc veguhestina dosyeya girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya ser Bexdayê ye.

Li gorî rêkeftinê, guherînên mezin di meaş û îmtiyazên girtiyên siyasî de tên kirin.

Ebdal diyar kir ku di çarçoveya rêkeftinê de meaşê girtiyên siyasî ji 500 hezar dînarî ji bo milyonek û 200 hezar dînarî tê zêdekirin.

Li Herêma Kurdistanê 25 hezar û 807 girtiyên siyasî hatine tomarkirin.

Tê çaverêkirin ku li gorî yasaya nû ya Saziya Siyasî ya Îraqê, nêzîkî 17 hezar kesên din jî di tomara nû de wekî girtî û desteserkiriyên siyasî bên tomarkirin.

Ebdal pêşbînî dike ku sala bê rêkeftina wan a nû ya bi Bexdayê re were bicihanîn.

Parlamentoya Îraqê di rûniştina 26ê Tebaxa 2025an de sererastkirina yasaya Saziya Girtiyên Siyasî pesend kiribû.

Li gorî yasaya sererastkirî, ew girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ku di serdema desthilata Beasê de (1963-2003) hatine girtin, tên tezmînkirin.