Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê ve hat desteserkirin.
Li gor agahiyan Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ku bi biryara niha Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hatibû îro ji Ewlekariya Cizîrê ve hat desteserkirin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Faysal Sariyildiz ji DHAyê re diyar kir Leyla Inmret ligel karmendekê din a Şaredariya Cizîrê li taxa Şahê hatine desteserkirin û polîsan ew birine Rêveberiya Ewlekariya navçeyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 40 roj in qedexeya derketina derve didome û operasyona hêzên tirk ji bo rakirina barîqat û xendeqên YPS-YDG-Hê berdewan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse