Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî derbarê civîna şandên danûstandkar ên PDK û Tevgera Goranê ji bo pêkanîna kabineya nû ya Kurdistanê de ragihand ku civîneke berhemdar hat kirin û divê aliyên peywîndîdar li ser mijara avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyartir tevbigerin.
Şandên danûstandkar ên PDK û Tevgera Goranê îro Duşemşemê (22.01.2019) li navçeya Pîrmam a Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de civiyan.
Piştî civînê Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re diyar kir ku wan di civînê de pêkanîna pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bingehên beşdarkirinê gotûbêjkirin û wiha pê de çû: “Civîn gelek berhemdar bû. Wek hûn dizanin heyameke dirêj li ser encamdana hilbijartinan re derbas bû. Em hemû di wê baweriyê de ne ku divê em di avakirina kabineya nû de bilez bikin çimkî gelek dem bi ser de derbas bû.”
Hoşyar Zêbarî tekez kir ku ji bilî avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bijardeyeke din a wan nîne û wiha axivî: “Nabe ti alî di vê mijarê de bê paşguhxistin, lê pêwîst e ku hemû alî jî vê bibîne valahiya hikûmetê ne di berjewendiya gels me de ye û li gor wê berpirsyarî tevbigerin.”
Li ser pirsa “Xebatên ji bo avakirina hikûmeta nû dê heta kengê berdewam bin?” Zebarî wiha got: “Divê em li ser mijara Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li hev bikin û parlamento bi wî awayî kom bibe. Yasaya serokatiyê dê bê pesendkirin û pêvajo dê wisa berdewam bibe. Eger heta dawiya vê mehê parlamento kom bibe ev serkeftineke mezin e.”
Civîna PDKê û Goranê piştî wê yekê tê, ku di civîna borî ya navbera herdu aliyan de, lijneyên hevbeş bo dabeşkirina postan û danîna bernameya kabîneya nû ya hikûmetê hatibûn pêkanîn.
Civîna îro ya Goran û PDKê sêyemîn civîna navbera herdu aliyan a di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse