Ew welatiyê Kurd 4 sal e winda ye
Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê û niştecihê bajarê Merîwan ê parêzgeha Sineyê yê bi navê Ferîd Pejûhî dema 4 salan e ku winda ye. Dayika Ferîd, Miryem dibêje, dezgehên ewlekariyê berê ji wan re gotine ku kurê we hatiye desteserkirin, lê niha wê yekê red dikin, lewra ew tiştekî ji çarenivîsa Ferîd nizanin.
Miryem, dayika Ferîd Pejûhî di vîdyoyekê de derbarê kurê xwe yê winda de dibêje: “Ti bajar û girtîgehek nema ku ez li kurê xwe negeriyabim, lê kes bersiva min nade. Melayê Merîwanê û polîsan gotin kurê te hatiye girtin, lê gotin ji ber mijareke ewlekariyê ye û bersiva min nadin.”
Di wê vîdyoyê de ku roja Şemiyê 21ê Çileya 2023an hatiye belavkirin, Mireym a dayika Ferîd Pejûhî daxwaz ji rêkxstinên mafên mirovan kiriye, alîkariya wê bikin daku tiştekî ji çarenivîsa kurê xwe bizanibe.
Ciwanê Kurd, Ferîd Pejûhî roja 29-10-2018an li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bêserûşûn bûye. Ferîd, li Zanîngeha Azad a Merîwanê xwendekarê beşa Endazyariya Avedankirinê bû, herwiha li bazarê dixebitî û dikaneke wî ya mobaylan hebû.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, roja 7ê Çileya 2020an ji zarê xizmekî Ferîd Pejûhî ve belav kiriye, berpirsê wê demê yê Îtilaata Merîwanê ji mele û gotrabêjê nimêja înê yê Merîwanê Mistefa Şîrzadî re gotiye, Ferîd Pejûhî hatiye desteserkirin û bo Sineyê hatiye veguhastin.
Lê belê dema malbat û xizmên Ferîd serdana Îtilaata Sineyê kirine, ji wan re gotine ew agahî ne rast in û kesek bi wî navî li cem wan nîne.
Bi gotina heman çavkaniyê, malbata Ferîd Pejûhî careke din serdana Polîsê Merîwanê kirine û berpirsê polîsê Merîwanê ew piştrast kirine ku kurê wan sax e, lê dosyeya wî emnî ye lewra ji malbatê re gotiye, divê ew bêtir li pey wî neçin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ji zarê çavkaniyekî ve diyar kiribû, kesek ji girtîgeha Îtilaata Sineyê hatiye berdan ku gotiye, Ferîd di zîndana takekesî ya îdareya Îtilaata Sineyê de ye.
Lê li aliyekî din, ti saziyên ewehiyê yên parêzgeha Sineyê berpirsyariya desteserkirina Ferîd Pejûhî qebûl nakin.