Omer Ocalan: Daxuyaniyên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîrokî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan got, “Daxuyaniyên erênî yên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo naskirina Rojavayê Kurdistanê girîng û dîrokî ne.”

Demên dawiyê rojeva sereke ya Kurdan Rojavayê Kurdistanê ye.

Rojavayê Kurdistanê ji bo gelek dewletên herêmî û cîhanî jî rojeva germ e.

Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî re rûnişt.

Serok Barzanî û ENKS jî du caran li hev civiyan.

Piştî van civînan peyamên erênî hatin dayîn.

“Mil bidin naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ev daxuyaniyên erênî ji bo naskirina Rojavayê Kurdistanê girîng û dîrokî ne û got:

“Daxuyaniyên erênî yên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo naskirina Rojavayê Kurdistanê girîng û dîrokî ne.

Em gelekî qedr û qîmet didin van daxuyaniyên hêja.

Em bang li hemû partiyên Kurdan dikin ku mil bidin naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê û tifaqa xwe xurttir bikin.”

Omer Ocalan li binê posta xwe Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî tag kirin.