Îlham Ehmed: Dorpêça li ser Kobaniyê sûcê şer e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê ragihand ku tevî ragihandina rawestandina şer ji aliyê Şamê ve, pevçûn li Kobaniyê didomin.

Îlham Ehmedê diyar kir ku bajarê xwedî girîngiyeke sembolîk di bin dorpêçê de ye, av, kareba û înternet hatine qutkirin û hişyarî da ku ev pêngav dibin sedema sûcên şer.

Îlham Ehmedê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Tevî ragihandina agirbestê (ji aliyê Şamê ve), şerê li Kobaniyê ji rojên beriya destpêkirina dorpêçê ve didome."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bal kişand ser wê yekê ku xizmetguzariyên av, kareba û înternetê jî hatine qutkirin û got, "Ev kiryar gihiştine asta sûcên şer."

Îlham Ehmedê axaftina xwe wiha domand, "Em bangî rayedarên pêwendîdar dikin ku midaxeleyê bikin da ku dorpêç bi dawî bibe û cezakirina sivîlan a bi rêya bêparkirina ji çavkaniyên jiyanê raweste."

Girîngiya Kobaniyê

Kobanî ji bo civaka Kurd xwedî girîngiyeke kûr e.

Bajar sala 2014an bûbû navenda êrişên hovane yên DAIŞê ku wê demê axeke berfireh a Sûriye û Îraqê kontrol dikir.

Bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kanûna Paşîn a 2015an DAIŞ têk biribû.

Ev serkeftin bûbû yekem têkçûna mezin a leşkerî ya DAIŞê û Kobanî kiribû semboleke xurt a berxwedana li dijî tundrewiyê.

Daxwaza alîkariyê ji Musk

Daxuyaniyên Îlham Ehmedê piştî wê yekê hatin ku roja çarşemê vîdeoya welatiyekî Kobaniyê belav bû.

Wî welatiyî ji Elon Musk xwestibû ku înterneta Starlinkê dabîn bike da ku dengê şêniyên Kobaniyê bigihîje cîhanê.

Ev demek e ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, li rojhilatê Helebê, Dêrezor, Reqa û hinek deverên parêzgeha Hisîçayê ber bi herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi pêş ve çûne.

Serokatiya Sûriyeyê roja sêşemê ragihandibû ku di navbera Şam û HSDyê de li ser mijarên cuda "têgihiştineke hevpar" çêbûye û li ser "dayîna maweyeke 4 rojî ji bo HSDyê da ku planeke berfireh ji bo mekanîzmaya pratîkî ya entegrasyona herêmên di bin kontrola HSDyê de amade bike" li hev kirine.

Serokatiya Sûriyeyê her wiha gotibû, "Eger lihevkirin çêbibe hêzên Sûriyeyê nakevin navendên Hisîça û Qamişloyê û dê li taxên derve bimînin."