Ew çekdarê ku keziyê şervana Kurd jê kir kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên çekdarekî ku keziyê şervaneke Kurd jê kiriye û di destê wî de ye, li ser medyaya civakî belav bûn, bûn sedema nerazîbûnên tund.

Hat eşkerekirin ku navê wî çekdarî Ramî Deheş e, xelkê Girê Spî ye û berê di nava DAIŞê de bûye.

Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî belav bûye de, diyalogeke wiha di navbera çekdar û kesekî din de derbas dibe:

Ebû Ehmed: Rojbaş.

Çekdar: Rojbaş. Ev porê hevalê ye.

Ebû Ehmed: Te ji kû aniye?

Çekdar: Ji Reqayê?

Ebû Ehmed: Na birayê min çima wisa? We çima porê wê jê kir?

Çekdar: Jixwe miriye, miriye.

Ebû Ehmed: Tenê porê wê saxlem e.

Ramî Deheşê çekdar, porê keçeke şervan a Kurd girtiye destê xwe û bi kesekî bi navê Ebû Ehmed re diaxive.

Ev reftar û heqareta çekdar ji doh ve li ser medyaya civakî deng vedaye.

Ew çekdar kî ye?

Navê wî yê temam Ramî Yûsif Deheş e û li ser medyaya civakî xwe wekî "Ramî Haşimî" dide naskirin.

Ew sala 1987an ji dayîk bûye û xelkê bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ramî niha bûye çekdarekî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ).

Berê di nava DAIŞê de bû

Li gorî zanyariyên belavbûyî, Ramî Deheş beriya ku tevlî refên Tehrîr El Şamê bibe, çekdarê rêxistina DAIŞê bûye.

Her wiha di nava refên Eniya Nusra û Tevgera Ehrar El Şamê de jî şer kiriye.

Bavê 5 keçan e û behsa "dadperweriyê" dikir

Ramî Deheşê ku niha bi pêkanîna vê binpêkirinê ya li hemberî şervana Kurd tê tohmetbarkirin, berê li ser torên civakî bangeşeya "dadperwerî û azadiyê" dikir.

Ew bi xwe bavê pênc keçan e. Çiriya Pêşîn a sala borî di postekê de li ser tora Xê nivîsîbû:

"Serkeftinên şoreşê berdewam in. Ev tenê ne serkeftina li ser Esad e, belkî serkeftina ji bo pêkanîna armancên şoreşê ye."

Di beşeke din a nivîsên xwe de ku dijberî kiryarên wî yên niha ne, amaje pê kiribû:

"Armanca şoreşê ew e ku kesê şayîste li cihê şayîste be û dengê xelkê azad were bihîstin; ewên ku demeke dirêj e êş kişandine û li ber zilma herî dijwar li ber xwe dane."

"Kezî şerefa me ye"

Kesayetê navdar ê olî yê Rojavayê Kurdistanê Şêx Murşîd Xeznewî li ser reftara wî çekdarî ji Rûdawê re got:

"Ez bi vê dîmenê dilgiran nebûm, ji ber ku kezî sembola şerefa me ye.

Ew kesên ku dixwazin bi vî karî şerefa Kurdan bişkênin, xewnan dibînin."