Tom Barrack li ser civîna xwe bi Mezlûm Ebdî re daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku ew bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê re civiya ye.
Tom Barrack di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li herêmê de li Hewlêrê bi rayedarên payebilind ên Rojavayê Kurdistanê re rûnişt.
Barrack bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku civîn li Hewlêrê pêk hatiye.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, ewlehiya herêmê û hevahengiya di navbera Amerîka û HSDyê de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa mirovî ya Sûriyeyê û aramiya siyasî dan û standina bîr û ramanan hatiye kirin.
"Pêngava yekem parastina agirbestê ye"
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack derbarê naveroka civînê û peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Em serbilind bûn ku îro bi General Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê re civiyan.
Amerîkayê piştgiriya xwe ya xurt û pabendbûna xwe ya ji bo pêşdebirina pêvajoya entegrasyonê ya ku di peymana 18ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye diyarkirin, ducare kir.
Hemû alî li ser wê yekê li hev kir ku pêngava yekem a bingehîn parastina tam a agirbesta heyî ye.
Di heman demê de em bi awayekî kolektîf tedbîrên avakirina baweriyê li hemû aliyan destnîşan dikin û bi cih tînin da ku bawerî û aramiya mayînde pêk were."