Balafireke Rûsyayê li Qamişloyê danî
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxîna rejîma Beşar Esad a dawiya sala 2024an, cara yekem balafireke Rûsyayê xwe li Balafirgeha Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê danî.
Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê ya Qamişloyê Vîviyan Fetahê, ew balafir a Rûsyayê ye û îro saet 15:13an xwe li Balafirgeha Qamişloyê daniye.
Balafirgeha Qamişloyê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed hatibû girtin û berê di bin kontrola hêzên Rûsî de bû.
"Du helîkopter li balafirgehê bûn"
Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê, beriya ku balafir xwe deyne erdê, du helîkopterên Rûsî ji bo parastina ewlehiya herêmê li balafirgehê bûn.
Heta niha nayê zanîn bê ma balafira Rûsî şandeyeke dîplomatîk aniye yan jî ji bo karekî din gihiştiye wî bajarê Kurdistanê.
#VÎDEO - Piştî rûxîna Esed cara ewil balafireke Rûsyayê li Qamişloyê danî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 22, 2026
💢 Vîdeoya kêliya daketina balafireke Rûsyayê ya li Balafirgeha Qamişloyê hat belavkirin
💢 Piştî rûxîna desthilata Esed, cara ewil e ku balafireke Rûsyayê li wê derê dadikeve#Rojava #Qamişlo pic.twitter.com/COpk7s9h8q