Dilşad Şehab: Amerîka piştgiriyê dide dirêjkirina agirbestê
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser xetê bûye.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Amerîkî piştgiriyê didin dirêjkirina agirbesta li Rojavayê Kurdistanê û got, "Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed jî ji bo vê mebestê amadebûna xwe nîşan daye."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro ji Rûdawê re ragihand, "Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku agirbest were dirêjkirin û ev yek li cem hemû aliyan biryareke pejirandî ye."
Dilşad Şehab destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî li gel Amerîkayê di nav pêwendiyan de bûye.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Mezlûm Ebdî de behsa çi hat kirin?
Dilşad Şehab: Êvara we bi xêr, ez bawer im beriya ku ez behsa naveroka civînê bikim, eger derfet hebe em hinekî vegerin paş û behsa wan hewldanan bikin ku li Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan yan jî ji bo xwedîderketina li pirsgirêkên birayên me yên Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Her ji wê giringîdana ku Cenabê Serok Barzanî ji bo wê pirsê hebû, pêwendiya berdewam a li gel aliyên pêwendîdar û bi taybetî jî li gel Birêz Mezlûm Ebdî û hemû aliyên din, alîkar bû ji bo çareserkirina vê pirsê.
Her wiha hewl û xebatên Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê piştî proseya azadiya Sûriyeyê, piştî ku rejîma berê ya Sûriyeyê rûxiya û hukmekî nû li welêt hat avakirin, karê pêşîn ê Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ew bûye ku ev pirs bi hemû şêweyan pêwendîdar e bi Herêma Kurdistanê ve û rengvedana wê li ser rewşa herêmê bi giştî heye.
Lewma aramî û çareserkirina pirsgirêkên li wir (Sûriye û Rojavayê Kurdistanê) dê rengvedana erênî li ser herêmê hebe.
Hewla berdewam a Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û her wiha pirsa mafên birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê û dabînkirina maf û şayîsteyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji bo ku welatekî aram û sîstemeke cîgir û bêkêşe hebe, bê guman dê rengvedana wê li ser rewşa me jî hebe.
Di wê çarçoveyê de, di dema borî de bi berdewamî Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên Amerîkî di pêwendiyê de bûye. Ev ji bilî pêwendiyên telefonî û hemû kanalên din ên dîplomatîk ên li gel Amerîkayê ne.
Dîdara dawî ya li gel Birêz Tom Barrack (Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê) dîdareke têrujehr bû û demeke dirêj ajot. Tê de bi hûrgilî behsa hemû pirsgirêkan hat kirin, her wiha behsa nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyan hat kirin.
Beriya ku em behsa dîdara îro bikin, rewşek heye ku em di encama van hevdîtinan de hest pê dikin bi rastî bandorê li ser rewşê dike. Ew jî ew e ku gelek caran lihevkirin li ser hinek tiştan heye yan bi qasî ku amadekarî heye ji bo aramkirinê, ew qas jî dibe ku hebûna hinek hêzan ku gelek caran li derveyî wê çarçoveya ku plan jê re tê danîn, li vir û wir bandorê dikin û dibin sedema pevçûnan.
Gelek ji wan pevçûnên ku van rojan rû dane, dibe ku beşek bin ji wan tiştên lokalî ku nehatine girêdan bi biryara navendî ve. Çimkî em hest dikin di navbeynkarî û pêwendiyên ku li gel dewleta Sûriyeyê û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê hene, biryara şerkirinê bi ti awayî nîne û ti alî rêya leşkerî wekî rêyeke guncaw nabîne.
Ew hevdîtina îro ku Birêz Barrack li gel Birêz Mezlûm Ebdî jî li Hewlêrê pêk anî, ew hevdîtin wekî ku di nûçeya we de jî hatibû, Birêzan Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed tê de amade bûn.
Piştî wê pêwendiyeke telefonî di navbera Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Barrack de li ser wan pêşhatên nû yên ku hene çêbû ku dubare girêdayî civînê bû.
“Amerîka piştgiriyê dide dirêjkirina agirbestê”
Îca eger em behsa civîna îro bikin, bê guman ev civîn piştî civîna wan birêzan a li gel Tom Barrack û piştî pêwendiya telefonî ya Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê (hat rojevê).
Hinek tiştên nû tê de hene, ew jî ew e ku bê guman hemû ew rêkeftinên ku di navbera hikûmeta Şamê û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de hene, çi ewên ku bi rêkeftina giştî li ser li hev kirine û çi ewên ku li ser nakok in, her wiha çi ewên ku berê îmze li ser hatine kirin, hemû ew komek pêngav in di çend waran de. Eger derfet hebe ez dê bi lez ji we re rave bikim.
Beşek ji wan mijara leşkerî ye û çareserkirina wan pirsgirêkan e. Bê guman ew pevçûnên ku derketine, rawestandina wan biryareke yekalîker e û hemû alî li ser kok in û Amerîka gelekî bi germî piştgiriyê li dirêjkirina wê dike.
Daxwaza Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, yekem ji Birêz Tom Barrack û bi rêya navbeynkariyê ji Birêz Şer re û her wiha li gel birayên me jî ew e ku di bin zexta agirbesteke dem kurt de ku di dema du roj û sê roj û çar rojan de, ti pirsgirêk nayên çareserkirin.
Lewma Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku dema agirbestê were dirêjkirin û hewl were dayîn hêz di wê demê de werin dûrxistin.
Ji bo ku di bin zexta bikaranîn û gefa çek û encamên şer de ne ti guftûgoyek ser digire û ne biryareke rast jî tê dayîn.
Bê guman heta niha ev biryareke pejirandî ye li cem hemûyan ku em bawer dikin ev yek rê xweş dike ji bo pêngavên bê.
“Em piştgiriyê didin taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê”
Ji bo pêngavên bê jî bipêşketin heye. Ew jî ew e ku ew şêweyê ku îdareya me (Kurd), wate herêmên Kurdan li wan cihên ku li Sûriyeyê hene, çawa ew taybetmendiyên wan werin parastin.
Pirsgirêkeke ew qasî mezin li ser têgihiştina li ser vê mijarê nîne û em bi hemû şiyana xwe ve piştgiriyê li wê yekê dikin ku parastina taybetmendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibe sedem ku Sûriyeyeke aram were avakirin.
Bê guman komek îdare hene niha ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ne li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza wan ew e ku bi awayekî guncaw rêkeftin li ser were kirin û ev îdare bi awayekî berdewamiyê bi karên xwe bidin û pêwendiya fermî ya wan li gel saziyên dewletê hebe, ji ber ku nabe îdareyek bêyî ku li gel îdareyên dewletê (pêwendî hebe) were birêvebirin.
Mijareke din heye, mijara parastina ewlehiya wan deveran e. Di wê de jî, nêrîneke hevbeş heye ku ti hêzeke leşkerî wan deveran bi rê ve nabe, ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ne jî hêzên çekdar ên leşkerî yên ser bi dewletê ve, belkî hêza ewlehiyê li wir bên pêkanîn ku bi hevbeşî di navbera rûniştvanên vê deverê de pêk hatiye. Wek mînak eger behsa Hesekê were kirin ku rast e girseyeke Kurdî ya zор mezin lê heye lê nayê paşguhkirin ku xelkê din jî lê heye.
Wate Hesekê bi temamî bajarekî Kurdî nîne, bajarekî pirneteweyî ye û Ereb jî lê hene û pêkhateyên din jî lê hene. Raya rast ew e ku ew hêzên asayîşê yên ku divê di dawiyê de parastina van deveran bikin, hêzek bin ji rûniştvanên van deveran. Ya girîng ew e di dawiyê de bibêjim ku niha tişta ku hemû alî bi pêwîstî dibînin û bi armanca xwe dizanin, aliyê Amerîkî jî piştevaniyê lê dike.
Ez dixwazim li vir xaleke din jî behs bikim ku pêwendiya Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê berdewam e bi Ewropayê re û bi taybetî bi Birêz Macron re; di dawiyê de di pêwendiyeke zora nêzîk de jî her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku hemû piştgiriya wê yekê dikin, ku carê wekî pêngava yekem ew agirbest were dirêjkirin.
Rûdaw: Biryara dirêjkirina agirbestê hat dayîn?
Dilşad Şehab: Bi xwe em niha çend alî ne, bila em bibêjin Amerîkî aliyê serpereştyar û aliyê bihêz ê qadê ne. Bi rastî bibêjim çavkaniya hêza her du aliyan Amerîka ye. Hikûmeta Birêz Şer jî her bi piştevaniya Amerîkayê ev piştevaniya navneteweyî wergirtiye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî her bi piştevaniya Amerîkayê, ku wekî serkêşiya bereya dijî terorê ev wergirtiye. Ji ber vê yekê Amerîkî piştevaniya vê pirsê ne. Belê, aliyê me, bila em bibêjin aliyê Birêz Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, piştgirê wê yekê bûn ku amadehiya wan heye ji bo ku ev mawe were dirêjkirin, li cem me jî wekî pêngaveke erênî tê dîtin. Bê guman aliyê din jî, ku hikûmeta Sûriyeyê ye, baweriya me ew e bi wê hemû daxwazkariya ku heye, rêya din ji wê guncavtir li ber destê ti aliyekî de nîne, ji ber ku di hemû pêwendiyên Birêz Şer de, heta di dawî pêwendiya bi Cenabê Serok Barzanî re jî, tekezî li ser wê yekê kiriye ku ti niyetek nîne ji bo ku ev pirs bi şer were yekalîkirin. Loma ez dikarim bibêjim belê, têgihiştineke hevbeş li ser heye û tê çaverêkirin di paşerojeke nêzîk de biryar jî li ser were dayîn û bibe biryareke fermî.
Rûdaw: Mebest ji dûrxistina hêzan çi ye?
Dilşad Şehab: Bi xwe tu dizanî em di wan hûrgiliyan de ne alî ne, wekî ku dibêjin di emrê waqî de, lê di encama guftûgoyên navbera her du aliyan de ku tê behskirin, hêz gelekî gelekî ji hev nêzîk in û ti mesafeyek di navbera wan de nîne û rûbirûbûn dibe ku di kêliyekê de gelek tiştên nexwestî bîne holê. Loma dema agirbest tê ragihandin, bê guman divê mesafeyek jî di navbera hêzan de hebe, ji bo ku ev rageşî kêm bibin û her tim bi teqandina guleyekê şerekî mezin çênebe. Mebest zêdetir ew e û ev jî yek ji pêngavên mezin e ku kar li ser tê kirin.
Rûdaw: Behsa Kobaniyê bi taybetî hat kirin ku hatiye dorpêçkirin?
Dilşad Şehab: Belê behs hat kirin. Bê guman Kobanî dê nebe beşeke qutbûyî ji pirsê û cihê girîngiya hemû aliyan e. Me tekezî li ser helwesta xwe kiriye ku bi vî şêwazî ti pirsgirêkek çareser nabe. Ev ne pirsgirêka navbera du dewletan e ku eger yek bi serkeftî û yek bi têkçûyî jê derkeve, ev gelek e, çendîn gel in, divê ev pêkhate bi hev re bijîn.
Paşxistina çareseriyê bi awayekî aloz ji îro bo sibê û bo paşerojeke nediyar, çareseriya tiştekî nake. Loma hemû alî fêm dikin ku ev encamên şer in. Wekî ku hûn dizanin dema şer çêdibe, ji bilî malwêranî û êşê zêdetir tiştekî din li pey xwe nayîne. Girîng ew e tişta ku niha heye, araste ber bi agirbest û lihevtêgihiştinê ve ye.
Rûdaw: Niha rêkeftinek hatiye kirin ji bo çawaniya birêvebirina deverên Kurdî?
Dilşad Şehab: Di deqa projeya wan rêkeftinên ku di navbera her du aliyan de hatine îmzekirin, hinek jê jî dibe ku nakokî li ser bûbe, lê ti nakokiyek li ser wê yekê nebûye ku divê ev birêvebirî werin rêkxistin bi awayekî ku di nav pêkhateya dewletê de cih ji wan re were kirin. Îca ev şêweyekî taybet e bi navxweya wan ve, lê lihevtêgihiştin heye.
Wate ne Rêveberiya Xweser û ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk nerazîbûna wan li ser vê pirsê nîne û bê guman li cem dewleta Sûriyeyê jî ew mebest e ku ev birêvebirî (îdare) di çarçoveyeke yasayî de werin rêkxistin, lê reçavkirina piraniyê an jî reçavkirina wan deverên ku merc nîne tenê li bajarên mezin be, belkî li bajarokan jî, ew cihên ku piraniya wan Kurd in, reçavkirina wê taybetmendiyê were kirin bi komek mijarên din ve ku dibe zêdetir pirsa navxweyî ya wan be di mijara ziman, xwendin û hinek hûrgiliyên din de ku ne karê me ye û ne jî em desttêwerdanê tê de dikin.
Ya ku li cem Herêma Kurdistanê girîng e, du mijarên gelekî bingehîn in: Yek ji wan dirêjkirina agirbestê ye ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê gelekî tekezî li ser kiriye. Ez dikarim tiştekî din jî bibêjim, ew jî ew e ku ew biryara ku hatiye dayîn ji bo veguhastina wan girtiyên li wir di girtîgehan de ne bo Îraqê, ev jî xaleke girîng e ku pêdiviya wê bi demê heye. Ev di rewşeke aloz û şer de nayê bicihanîn, loma ji bo vê pirsê jî pêdiviya me bi demê heye.
Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku ji bo ev proje serkeftinê bi dest bixe û aliyên Îraqî jî amadekariyeke temam ji bo wê pirsê bikin û bi silametî birêve biçe, pêdiviya me bi agirbestê heye. Loma agirbest niha armanca sereke ye, armanca me ya duyem ew e parastina taybetmendiya deverên Kurdî û rêkeftina li ser şêweyekî ku bê guman bi diyaloga berdewam li ser şêweyekî ku dewlet hest bi parastina yekparçeyî û sîstema xwe bike û welat hemû di sîstemekê de birêve biçe ku rêkeftin li ser hatibe kirin, her wiha xelkê me li Rojavayê Kurdistanê hest bi wê yekê bikin taybetmendiyên wan parastî ne û mafên wan parastî ne. Ev her du armanc, armanca sereke ne.
Rûdaw: Ji bo veguhastina girtiyan bo Îraqê pêdiviya me bi çi heye?
Dilşad Şehab: Bicihanîna vê proseyê ji bo ku bi silametî birêve biçe, hûn bi xwe dizanin niha agirbest tê kirin ji bo maweyê du roj û sê roj û çar rojan; eger di rewşekê de negihin encamê, di bin zexta şer de ev prose gelekî zehmet e serkeftî be. Wate pêdiviya wê bi demê, bi wateya paşxistinê nîne, belkî wateya wê ew e ji bo ku ev prose bi serkeftî birêve biçe, pêwîst e keşûhewayek jê re were amadekirin û stûn an pêngava sereke jî ew e ku şer nemîne û agirbest hebe.
Ji ber ku ev pirs ne tenê taybet e bi aliyê Îraqî an bi Amerîkiyan, belkî pirsa rûbirûbûna terorê û gefa DAIŞê pirseke cîhanî ye û hemû cîhan giringiyê bi wê mijarê didin û em ji hemû kesan zêdetir jî giringiyê pê didin, ji ber ku li cem me ev pirs pirseke girîng e.
Di hemû van guftûgoyên ku tên kirin de, em tekezî li ser yek tiştî dikin ku her çi tê kirin di vê deverê de, divê hevkar be ji bo jinavbirina terorê, ne ku Xwedê neke bibe rêyek û deriyek [ji bo bipêşxistina terorê]. Hîn ti guman di wê yekê de nîne di vê deverê de hizra tundî û terorê heye. Ew guherînên li Sûriyeyê rû dane, ew qas dem bi ser de derbas nebûye ku ji aliyê hizr û saziyî ve hemû tişt asayî bûbe.
Ew rageşiyên li ser sînoran hene, hemû ev metirsî ne û bi taybetî metirsiya herî mezin hebûna wê hejmara zêde ya girtiyên DAIŞê ye ku di girtîgehan de ne, loma ev di veguhastina hemû tiştî de metirsîdartir û bibandortir e. Loma bi cidî em bawer dikin ev pêdivî bi demê heye, ducare dikim dem ne bi wateya paşxistinê, belkî ji bo ku proje bi serkeftî birêve biçe.
Rûdaw: Diyar e agirbest heta kengî tê dirêjkirin?
Dilşad Şehab: Daxwaz heye û tê çaverêkirin di rojên bê de, pêngaveke erênî bi wê arasteyê were avêtin.
Rûdaw: Amerîkayê pişta xwe da Kurdan?
Dilşad Şehab: Divê rastiyekê wekî xwe bixwînin; gefa terorê li Amerîkayê nebûye em çûbin me hêz biribe û hevkariya Amerîkayê kiribe û niha bibêjin wefaya wan tune bû, belkî gefa terorê li ser me bûye. Amerîka hatiye herêmê bi hêza xwe, bi şiyana mirovî ya xwe, bi amûrên leşkerî yên xwe, bi qurbanîdanê di ber parastina vê deverê de, çi li Îraqê û çi li Sûriyeyê qurbanî dane; qurbaniya malî û canî dane.
Wate divê em vê pirsê wekî xwe bixwînin hemû aliyên me. Nabe ti carî ew ji bîra me biçe ew gefa ku DAIŞê li Herêma Kurdistanê, li Îraqê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi giştî durist kiribû, eger hêzên Hevpeyman û hebûna Amerîkayê û piştevaniya Amerîkayê nebûya, dibe ku gelek ji wan rojên niha em dibînin tune bûna. Îca em çawa îro hemû van tiştan ji bîr bikin?
Ev ti dostaniyeke rast nîne bi baweriya min. Çaverêya me ji dostên me zêdetir guftûgokirin e, lê nexêr Amerîkayê pişta xwe nedaye me. Di hefteyekê de ev cara duyem e Birêz Tom Barrack tê Herêma Kurdistanê.
Pêwendiya berdewam bi Cenabê Serok Barzanî re heye, bi Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê re heye, hevdîtinên wî bi Birêz Mezlûm Ebdî û hevalên din li Hêza Sûriyeya Demokratîk heye. Hemû ev eger giringîdan nebin bi pirsekê û bi çareseriyeke wa ku gelê Kurd tê de nebe qurbanî, naxwe wateya çi ye? Ew armanca heyan e ew e ku navbeynkariyeke rast bikin.
Lê divê em xwendineke realîst hebe ji bo vê rewşa niha ya hêza navneteweyî li gel wê rewşa ku şerê terorê hebû li herêmê, niha bi şêweyekî din li ser pirsa hêzê, mebesta min li ser pirsa Kurd nîne, li ser pirsa hêz û hebûna hêz û şêweyê hebûna hêzê, niha şêwe miameleyek heye, ji ber ku sazî li Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû cihan wisa ye. Em jî di dema şer de di rewşekê de bûn, piştî ku şer bi dawî hat ketin rewşeke din.
Nexêr, bi ti awayî me hest bi wê yekê nekiriye û ti peyameke wiha ne li Amerîkayê hebûye û ne tê hîskirin di wê yekê de ku wan pişta xwe dabe Kurd û dostên xwe, û berdewamiya van hewlan jî belgeyeke selmîner a vê rastiyê ye. Encamên guftûgoyan jî ku bi wan re tê kirin, ne tenê ew, belkî dostên me yên li Ewropayê jî; di maweyê du an sê rojên borî de, di vê hefteyê de bi hûrgilî bibêjim, du caran Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê pêwendî bi Birêz Macron re hebûye.
Cîhan giringîpêder e, ew serdana Cenabê Serok Barzanî ya ji bo Îtalyayê û ew hevdîtinên hebûn, hemû giringîdan ji bo wê ne û çavê cîhanê li ser aramiya vê deverê ye. Ducare dikim, rola Herêma Kurdistanê jî tê de her bi xwe di xwe de peyameke girîng e ji bo cîhanê û ji bo dewletên herêmê ku Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye û serkirdayetiya siyasî li Herêma Kurdistanê dikare roleke erênî di çareserkirina pirsgirêkan de bibîne.
Rûdaw: Ti nûnerê Serokkomarê Sûriyeyê di nav civînan de hebû?
Dilşad Şehab: Pêwendî heye, kanalên pêwendiyê jî hene û hevdîtinên rasterast jî hebûne. Rast e maweyek bi ser de çûye, lê belê pêwendî heye û nêrîna Herêma Kurdistanê gelekî bi zelalî digihe serkirdayetî û desthilatdarên Sûriyeyê û têgihiştin jî heye li ser hinek pirsan, her çend ew alozîyên niha hene, hesta xelkê me dizanim dibe ku hemû kes niha bibêje baş e ev hemû civîn tên kirin, lê şer heye. Belê rast e lê derfet jî ji bo çareseriyê heye û hêviya me jî ew e û eger bi rêzikeke dawî bibêjim, civînên îro ji rojên berê gelekî baştir bûn.
Rûdaw: Gelekî spas.
Dilşad Şehab: Spas ji bo we jî.