Koçberên Efrîn û Serê Kaniyê li Qamişloyê ne: ‘Xwedê ji bo Kurdan jî heye’
Hewlêr (Rûdaw) - Lava û parastin, tenê hêviyek e ji bo rizgariya ji wê rewşa giran û tije zehmetî ya ku bi salan e bi ser wan de hatiye.
Li Qamişloyê, mala Xwedê bûye penageha wan malbatên ku şer ew ji mal û milkên wan koçber kirine.
Ew xelkê Efrînê, Kobaniyê, Serê Kaniyê û Hisîçayê ne; li vir di quncikekî mizgeftan de, çîroka tal a koçberiyê vedibêjin.
Hevwelatiyeke xelkê Efrînê ji Rûdawê re got, "Em çûn kîjan derê, ti kes bi hawara me ve nehat.
Em ji herêma Efrînê hatin derxistin. Em hatin rojhilatê Feratê, dîsa ti kesî dengê me nebihîst.
Em niha li kû ne? Em li ti derê nîn in, di nav vê mizgeftê de ne û her malbatek tenê 2 heta 3 metre cihê wê heye... Em tenê dixwazin vegerin."
Şîrîn, yek ji koçberên Serê Kaniyê ye. Ew xeyala wê rojê dike ku careke din li ser axa xwe û di nav mala xwe de serê xwe deyne ser balîfê.
Şîrînê di berdewamiyê jî de got, "Ez dixwazim vegerim mala xwe ya li Serê Kaniyê.
Ez tiştekî din naxwazim, tenê vegerê dixwazim. Li vir em ji ber zehmetiyan dimirin.
Heft sal in em ji vê jiyanê bêzar bûne. Êdî bes e, Xwedê ji bo Kurdan jî heye."
Li nav bajarê Qamişloyê, 77 navend ji bo bicihkirina wan koçber û malbatên ku ji herêmên nêzîkî eniyên şer reviyane hatine veqetandin.
Tîmên mirovî rojane alîkariyê ji wan re dibin lê sermaya zivistanê û kêmiya cih, jiyan li wan tal kiriye.
Koçber ne tenê ji ber zehmetiya jiyanê, her wiha ji ber bêdengiya civaka navneteweyî jî dilgiran in.
Hevwelatiyekî xelkê Hisîçayê jî got,"Ev dewlet tenê bi nav Misilman in, bi navê Îslamê mijûlî qirkirina Kurdan in.
Zarok, pîr û jinan dikujin. Ev hemû tenê ji ber ku em Kurd in? Nabe ku destê Kurd vala bimîne."
Çar roj in bê kareba ne û sermayeke dijwar bedena zarokên wan cemidandiye.
Ji ber xirabiya rewşê, piraniya wan naxwazin li ber kamerayan derbikevin.
Jîvara, ew xatûna serbilind a Efrînî, bi hêvî li asoyê nihêrî û got, "Çavê Kurdistanê xweş be, ev zehmetî jî dê derbas bibe."
Li piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji piştî saet 07:00ê êvarê ve qedexeya hatin û çûnê hatiye ragihandin lê li vir li Qamişloyê rewş heta radeyekê aramtir e.
Xelk ji şer westiyane û li benda wan rojan in ku aştî û seqamgîrî vegere herêmên wan.