Mezlûm Ebdî û Tom Barrack civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku wan li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê hevdîtinek pêk aniye.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesanê xwe yê Xyê derbarê civîna xwe ya li gel rayedarên payebilind ên Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyek belav kir.

Tom Barrack tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir.

Barrack diyar kir ku ew şanaz in ku îro li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiyane.

"Amerîka pêbendî pêşxistina pêvajoyê ye"

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ya bihêz û pêbendbûna xwe ya ji bo pêşxistina "pêvajoya tevlîbûnê" ducare kiriye.

Ev pêvajo di çarçoveya rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû diyarkirin.