Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.

Ev civîn piştî hevdîtina Mezlûm Ebdî ya bi Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrackre pêk hat.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê careke din civiyan.

Ev duyemîn civîna Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî ye di vê hefteyê de.

Her du serkirde 19ê vê mehê jî li Hewlêrê civiyabûn.

Di civîna 19ê mehê de rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dan û standinên HSDyê yên bi Şamê re hatibûn gotûbêjkirin.

Hevdîtina bi Nûnerê Amerîkayê re

Civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî, piştî civîna Fermandarê Giştî yê HSDyê ya li gel Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack pêk hat.

Tom Barrack îro li gel Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiya.

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir.

Barrack diyar kir ku ew şanaz in ku îro li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiyane.

"Amerîka pêbendî pêşxistina pêvajoyê ye"

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ya bihêz û pêbendbûna xwe ya ji bo pêşxistina "pêvajoya tevlîbûnê" ducare kiriye.

Ev pêvajo di çarçoveya rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû diyarkirin.