Bê dest û bê derfet e lê bengiya wî ya jiyanê mezin e
Duhok (Rûdaw) – Ciwanekî 18 salî yê ji Duhoka Başûrê Kurdistanê bê dest e lê ew bê çare nemaye û hemû karên xwe bi lingên xwe dike. Ew bê bav e û rewşa aborî ya malbata wî ne baş e lê heskirina wî û vîna wî ya jiyanê bilind e.
Malbata Mîran Salih li Komalgeha Misirîkê ya qezaya Sêmêlê ya Duhokê dijî. Ew ji dayikbûnê ve bê dest e û hemû karên xwe bi piyên xwe dike. Mîran zarokê mezin ê malbata xwe ye û rewşa aborî ya malbata wî xirab e. Malbat li ser xwedan xêran dikare debara jiyana xwe bike.
Mîran Salih dibêje; “Ez li mal hemû karên xwe bi piyên xwe dikim lê di dibistanê de pênûsê bi stûyê xwe digrim. Ez dixwazim êdî xwe xudan bikim.”
Dayika Mîran hemû karên wî yên rojane cîbicî dike. Lê êdî temenê wî bûye 18 sal û saxbêrîkirina wî zehmet e.
Dayik Ahlam Omer diyar dike; “Dema biçûk bû min dikarî karê wî bikim. Lê niha mezin bûye û karê xizmeta wî zehmet e. Ez daxwazê ji xêrxazan dikim bigihin alîkariya me.”
Xwîşk û birayên Mîran xwendekar in û malbat di kirê de ne lewma jî bi zorî debara mala xwe dikin.
Lê Mîran xwedekarekî zîrek e û di nav hevalên xwe de mirovek xoştivî ye. Mamostayên wî jî wî weke xwendekarekî zîrek û serkeftî nîşandidin.
Rêveberiya Dibistana Misirîkê Şêrzad Mihemed dibêje; “Ev dû sal in Mîran li cem me dixwîne. Xwendekarekî serkeftî ye. Xwedekarên din bi du destan û bi derfetên darayî jî mîna wî ne serkeftî ne.”
Li gorî amarên dawîn ên Rêveberiya Çavdêrî û Geşedana Civakî ya Duhokê, nêzîk 25 hezar pêkeftî li vî parêzgehî hene û hinek ji wan di warên cuda yên jiyanê de serkeftin bidestxistine.