Deriyê navdewletî yê Hacî Omeran tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku nêzîka hefteyekê ji ber berfê hatibû girtin, deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran bo veguhestina bazirganî hat vekirin.

Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên ji Rûdawê re ragihand ku deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran ji ber berfê ji Yekşemba borî ve hatibû girtin, lê ji ber asayîbûna rêyan îro Yekşemê derî bo veguhestina bazirganî tê vekirin.

Sîrwan Husên behsa wê yekê jî kir ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê, rê bi hat û çûna geştyaran nayê dayîn lê tenê geştyarên Herêma Kurdistanê ji Îranê dikarin vegerin û Îranî jî dikarin ji vê derê vegerin welatê xwe ku berê belavbûna wê vîrûsê hatibûn.

Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên tekez kir ku her geştyarek ji Îranê vegere li gor rênmayiyan dikeve jêr çavdêriya tendirûstî.