Jan Dost: Rast e hinek caran li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî dinivîsim

1 demjimêr berê
RÛDAW
Jan Dost bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jan Dost bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Jan Dost Rojavayê Kurdistanê Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romannivîsê Kurd Jan Dost li ser serdana xwe ya Şamê û rexneyên li ser wî hatine kirin axivî û got, “Rast e hinek caran bi tund dinivîsim, ez kesekî hestiyar im û gelek caran aciz dibim û ji tiştên ku dinivîsim poşman dibim.”

Romannivîsê Kurd Jan Dost li ser serdana xwe ya Şamê û rexneyên ku lê hatine girtin bi berfirehî axivî.

Jan Dost diyar kir ku ew rexneyên paqij qebûl dike lê hinek kes ji ber kîn û nezanînê êrişî wî dikin.

Her wiha wî anî zimên ku ew poşman e ku carinan bi zimanekî gelekî tund li dijî Rojavayê Kurdistanê nivîsiye.

Romannivîsê Kurd Jan Dost bû mêhvanê bultena Rûdawê û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Jan Dost vê dawiyê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şamê bûbû û 6 romanên xwe îmze kiribûn.

Piştî vê serdanê li ser medyaya civakî gelek rexne li Jan Dost hatibûn girtin.

"Ez 25 sal û 10 meh in neçûme Sûriyeyê"

Jan Dost diyar kir ku ew 25 sal û 10 meh in ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derketiye û got:

“Ez nêzîkî 26 salan e neçûme Sûriyeyê. Bê guman min gelekî dixwest ez herim Kobaniyê. Ev xewna min bû.

Beriya çend salan ez çûm nêzîkî sînor û min ji dûr ve li Kobaniyê temaşe kir.

Hêviyeke min a mezin heye ku ez herim Kobaniyê û gora dayîk û bavê xwe ziyaret bikim lê ev yek pêk nehat û ez çûme Şamê.”

"Sê cureyên rexneyan hene"

Jan Dost bal kişand ser rexneyên ku piştî çûna wî ya Şamê li wî hatine girtin û ew dabeşî sê beşan kirin:

“Ez dikarim wan rexneyan dabeşî sê beşan bikim. Beşek ji wan rexneyan ji dilekî paqij û ji hezkirina ji miletê Kurd û Rojavayê Kurdistanê bûn. Ez wan rexneyan li ser serê xwe qebûl dikim.

Beşek jî ji kînekê bû. Ji ber kîna xwe ya li hemberî min, ev yek wekî fersendekê dîtin.

Beşa sêyem jî ji nezaniyê bû. Hinek kesan bêyî ku bizanibin mijar çi ye, li dû xelkê çûn û tevlî pêla rexneyan bûn.

Hinekî jî medyaya mezin ev yek kir û xelk xiste nava heyecaneke mezin.”

"Hûn Melayê Cizîrî boykot dikin, ne min"

Jan Dost da zanîn ku êriş gihîştine asteke wisa ku xwestine pirtûkên wî bişewitînin û got:

“Gihîşt wê astê ku banga boykotkirin û şewitandina pirtûkên min kirin.

Mixabin li Silêmaniyê rûniştineke li ser romana min a ‘Mecnûnê Selmayê’ ku li ser Melayê Cizîrî ye, betal kirin.

Hûn ne Jan Dost, hûn Melayê Cizîrî boykot dikin. Romanên min li ser dîroka Kurdan, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Seîd û Qazî Mihemed in.

Gelo çima ev roman tên boykotkirin?”

"Ez ne xwediyê mohrekê me ku rewatiyê bidim dewletê"

Jan Dost bersiva wan rexneyan da ku digotin "wî bi çûna xwe ya Şamê rewatî daye desthilata Sûriyeyê" û mînakeke dîrokî ya sala 1970yî da:

“Sala 1970yî piştî şoreşeke dûr û dirêj û şerekî dijwar ê di navbera hikûmeta Îraqê ya Beasî ya Ehmed Hesen Bekir û Saddam Huseyn û Mela Mistefa Barzanî de, rêkeftina 11ê Adarê çêbû.

Sê meh piştî wê rêkeftinê rewşenbîrên Kurd ên wekî Şêx Mihemedê Xal, Mesûd Mihemed, Kemal Mezher û Hejarê Mukriyanî çûn Bexdayê û Kora Zanyariyên Kurd ava kirin.

Hîn xwîna şehîdan li erdê şil bû. Wan negot ‘Me şer kiriye, em naçin’. Wan ji bo çanda Kurdî ev yek kir û populîzm nekirin.

Ez jî neçûme ku rewatiyê bidim hikûmeta Şamê. Ez ne xwediyê mohrekê me ku li kaxezan bixim. Siyasetmedar rewatiyê didin.”

"Siyasetmedar li hev dikin, nabe ku beşa çandî dijmin be"

Jan Dost bal kişand ser hewldanên aştiyê yên li Sûriyeyê û diyar kir ku ew jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê:

“Niha atmosfereke aştiyê heye. Projeyek heye ku Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û serkirdeyên me hemû di nav de ne. Ez jî beşek im ji vê projeyê, ji aliyê çandî û wêjeyî ve.

Ez nikarim ji siyasetê dûr bikevim. Ez dijminatiyê bikim û Mazlûm Ebdî li Şamê aştiyê ava bike? Ev paradoks e.

Nabe ku beşa çandî dijmin be û beşa siyasî dost be.”

"Ez poşman im ku min carinan zêde kir"

Dilbixwîn Dara bi bîr anî ku Jan Dost bi xwe jî di paşerojê de li ser medyaya civakî zimanekî pir tund li dijî Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi kar aniye.

Jan Dost ev rexne qebûl kir û wiha axivî:

“Ez mirovekî hestiyar im. Zû germ dibim û zû sar dibim. Ez gelek caran ji tiştên ku dinivîsim poşman dibim.

Helwesta min a li hemberî Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, ji ber wan zêdegavî û binpêkariyan bû ku diqewimîn.

Dema kesek dihat kuştin, dihat girtin an xwîn dihat rijandin, min wekî rewşenbîrekî nekarîbû bêdeng bimînim û min dengê xwe bilind dikir.

Lê ez mikur têm, carinan min zêdegavî kiriye û ne pêwîst bû ez ew qasî tund bim. Ez poşman im ku min zêde nivîsî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst