Hewlêr (Rûdaw) - Li çend mirîşkxaneyên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dermanek hat dîtin ku zêdetirî 40 salan e li Amerîka û welatên din qedexe ye.
Dema ew derman didin her ajelekî an mirîşkekê, êdî nexweş nakeve lê ew kesê ku goşt an hêka wan dixwe, metirsiya pêketina penceşêrê li ser heye.
Li Herêma Kurdistanê dest bi ser wî dermanî hat danîn û ji holê hat rakirin.
Renc Sengawî di vê xeleka bernameya xwe de li ser vê mijara metirsîdar lêkolîneke meydanî kir.
Ew çû girtîgehê û bi tohmetbaran re axivî, her wiha bi awayekî zanistî behsa bandorên wî dermanî kir ku bi navê "Furaltadone" tê naskirin.
Derman di qutiyeke din de anîne Kurdistanê
Li gorî lêkolîna Renc Sengawî, Furaltadone li ser asta cîhanê qedexe ye, xistine nav qutiyeke ku li ser "Super Max" hatiye nivîsandin û anîne Kurdistanê û di kontrola kalîteyê re derbas bûye û pereyê pişkinînê jî hatiye dayîn.
Ev derman li Amerîka, Yekîtiya Ewropayê, Çîn û hemû welatan qedexe ye. Dema didin mirîşkan, bi xwarina goştê wê mirov tûşî penceşêrê dibe.
Derman ji bo wê yekê ye ku rê li ber nexweşketin û mirina mirîşkan bigire lê Dezgeha Asayîşa Herêmê dest daniye ser barekî wî dermanî ku bihayê qutiyeke wê ji 90 hezarî dest pê dike.
Firotina wan mirîşkan li bazarê hatiye qedexekirin û bi rêkareke zanistî tên jinavbirin.
Ziyanên Furaltadoneyê
Bikaranîna wî ji bo ajel û mirîşkan qedexe ye ku goştê wan tê xwarin.
Zererê dide DNAyê ku destpêkek e ji bo penceşêrê.
Derman paşmayên kîmyewî yên AMOZê di laşê ajel de dihêle.
Zererê dide şaneyên laş (genetîk).
Ti astên wê ya ewlehiyê tune û nabe ti carî û bi ti rêjeyê were bikaranîn û divê rêjeya wê di goşt, hêk û xwarinê de ji sedî 0 be.
Beriya ku bikevin bazarê dest bi ser mirîşkan de hat danîn
Renc Sengawî pêwendî bi Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêmê Eqîd Karzan Şêrko re kir û daxwaza hevdîtinê û rêpêdanê kir da ku ji nêzîk ve bi bazirgan û bikarhênerên Furaltadoneyê re biaxive.
Eqîd Karzan ji Renc Sengawî re got, "Beriya ku mirîşk bikevin bazarê, dest li ser wan hatiye danîn û tohmetbar jî hatine desteserkirin ku hejmara wan 16 kes e."
“Min xiyanet li pîşeya xwe kir”
Renc Sengawî bi hevkariya Asayîşa Herêmê deriyê girtîgehê vekir û çû nav wan kesên ku bi anîn û bazirganî û bikaranîna derman tohmetbar in.
Yek ji wan bijîşkekî veterîner bû ku bi eslê xwe Ereb bû, wî bi Kurdiyeke navîn ji Renc re axivî û got, ew bixwe bijîşkê veterîner e û birêvebirê rêpêdayî yê şîrketê ye.
Wî got, "Cara ewil min nezanîbû lê cara duyem dema min zanî û min ji xwediyê mirîşkxaneyê re got metirsîdar e, wî got ez difiroşim. Min bixwe jî bi kar anî û min firot."
Zexta xwediyê şîrketê ya li ser min wiha kir ku ez bi berdewamî bifiroşim, xwediyên mirîşkxaneyan jî daxwaz dikir di demekê de ku dizanîbûn qedexe ye.
Min mirîşk dane zarokên xwe jî, ez neçar im û min her ew mirîşk xwarine."
Li gorî gotina wî bijîşkî ku ji sala 2014an ve li Herêma Kurdistanê kar dike, hawirdekar, firoşkar, kiryar û bikarhêner dizanin qedexe ye.
Di demekê de ku pişta xwe dabu kamerayê lê bijîşk bi dengekî nizim û bi şermokî ji Renc re diaxivî, wî hesta xwe ya poşmaniyê veneşart û got:
"Eger ez rizgar bibim, ez ti carî vî karî nakim. Hesteke min a nexweş heye... Me tenê ev derman firotiye ku qedexe be.
Eger asayîş bigere dibe ku gelek dermanên din ên qedexekirî bibîne.
Min xiyanet li pîşeya xwe kir û min sonda xwe şikand."
Amaje bi wê yekê jî kir, xwediyê şîrketê bixwe pêwendî bi şîrketeke Çînê re kir û daxwaz jê kir ku di nav qutiyeke din de bişînin.
Li sînor pişkinîn jê re hat kirin lê dibe ku nezanîbin çi ye.
“Me barên xwe di kontrola kalîteyê re derbas kirin”
Yekî din ji girtiyan ku xwediyê şîrketa dermanê mirîşkan û mirîşkxaneyê ye, ji Renc re axivî û got:
"Ez ji sala 2021ê ve bi şîrketeke Çînê re kar dikim, sala 2025an min derman peyda kir ku bandorê li vîrûsa mirîşkan dike, me xiste qutiyeke din û me hawirde kir."
Me du bar anîn û me her du jî derbas kirin, nizanim çima di pişkinînê de derket.
Eger em qutiyê neguherin qedexe ye lê wele min nezanîbû ziyanên wê ew qasî zêde ne heta ku hatim desteserkirin. Dibêjin mirov bi penceşêrê dikevin."
"Derman li hemû bajar û bajarokan heye"
Wî bazirganî her wiha got: "Ev derman li hemû bajarên mezin û li nav û nahiyeyan heye, dermanên qedexekirî yên din jî hene û zêde ne."
Piştî eşkerebûna ziyanên wî dermanî, bazirgan got:
"Niha ez gelekî nerihet im, ji ber ku min û jin û zarokên xwe xwarin, wijdana min gelekî min diêşîne."
“Ew derman belayeke mezin e”
Pisporê xwarinê Dr. Rêbîn Receb bû mêvanê bernameya "Li Gel Renc Renc” û wî derbarê derman ji got:
"Ew made dijbakteriya ye û di demên berê de gelekî hatiye bikaranîn, lê ji sala 1985an ve hatiye qedexekirin, hebûna vî dermanî li her kîlgehekê karesat e.
Her kesek bi rêya goşt bixwe bi nexweşiyê dikeve. Baş e dema em xelkê han didin sîngê mirîşkê bixwin, garantî çi ye ku ev derman nexwariye?"
Dr. Rêbîn Receb derbarê ziyanên wê jî got, "Bandorê li ser mejî û demaran dike, dibe sedema pêketina penceşêrê û hwd..
Her ji ber wê yekê jî hatiye qedexekirin û nabe li ti cihêkî Kurdistanê hebe. Zêdetir dibe sedema penceşêra girêkên lîmfê û gurçikan.
Wezareta Çandiniyê û Birêvebiriya Giştî ya Veterîneriyê qedexe kiriye, eger li Kurdistanê hebe, belayeke mezin e."
"Ew îdiaya qesaban e"
Lê Muhsîn Ehmed ku xwediyê mirîşkxaneyê ye, berevajî vê yekê garantiya kalîteya mirîşka xwemalî da û got:
"Goştê spî goştê herî paqij e, ez bixwe eger her roj nexwim, roj na rojekê dixwim."
Wî derbarê hebûna dermanê metirsîdar jî got, "Ev hemû îdiaya qesaban e, ji ber ku rikeberiyeke zêde di navbera me de heye."
“Li Kurdistanê mirîşk bi nazdarî tên xwedîkirin”
Bijîşkê veterîner Dr. Yasa Şwan jî mêvanên bernameyê bû û got:
"Her cihê xwedîkirina mirîşkan ku bijîşk serpereştiyê lê bike, bawer nakim ew derman tê de be.
Ji ber ku ew mirîşk tê ser sifreya me hemûyan, mirovê biwijdan rê nade ew derman bidin kesî.
Kes heye ji bo ku ziyanê neke serî li wî dermanî dide û bi kar tîne. Em wekî bijîşk rê nadin bikaranîna wê.
Daxwazê ji xelkê dikim bê tirs mirîşka xwemalî bixwin, bawer bikin bi nazdarî tên xwedîkirin."
“Divê tolerans di wî dermanî de ji sedî 0 be”
Pisporê analîz û kontrola kalîteya xwarinê Dr. Dara Mihemed jî bi rêya telefonê bi Renc Sengawî re axivî û derbarê metirsiyên derman de hişyarî da û got:
"Di taqîgehê de derketiye holê ku DNAyê xera dike û mutajenetîk e, di pişkinîna ajelan de jî derketiye holê ku penceşêrê çêdike, ji ber ku bi goşt ve dizeliqe, bi yekcarî hatiye qedexekirin."
Ev bi awayekî giştî li cîhanê qedexe ye, di reçeteya ewlehiya xwarinê ya cîhanî de behsa metirsiya wê û qedexekirina wê hatiye kirin, ji ber ku metirsiyeke veşartî ye û penceşêrê çêdike û bi kurtî tolerans di wî dermanî de divê ji sedî 0 be."
“Cezayê bikarhênerê derman heta bi darvekirinê diçe”
Nûçegihanê Rûdawê li Çînê Mehdî Ferec beşdarî bernameyê bû û got:
"Ew made ji sala 2002yan ve li Çînê qedexe ye û wekî madeyeke hişbir tê hesibandin.
Cezayê bikarhêner û bazirganên wê madeyê li gorî ziyanên wê, ji 10 sal zindanê dest pê dike heta bi darvekirinê diçe."
Mehdî Ferec got:
"Çînê hawirdekirin û hinartina wê bi eşkere qedexe kiriye lê ev derman ji Çînê tê şandin. Min bi bazirganên Kurd re axivî û dibêjin, ji Çînê tê hinartin."
Li gorî gotina nûçegihanê Me, "Her kompanyayeke biyanî li Çînê bazirganiya wî dermanî bike, ji wî welatî tê derxistin.
Eger Çînî be jî li gorî yasaya wî welatî tê cezakirin ku wekî min got heta bi darvekirinê jî diçe."
“Her mirîşka ku ew derman xwaribe, divê ji holê nê rakirin”
Birêvebirê Tenduristiya Ajelan a Herêma Kurdistanê Dr. Ferîdûn Hemed Qadir got:
"Berê hejmara kompanyayên dermanan ji hejmara tiliyên destan derbas nedibû lê niha ji 100î zêdetir
Yek ji wan dermanên ku me qedexe kirine furaltadone ye. Ez destxweşiyê li asayîşê dikim ku ew desteserkirine, kontrolkirina wê cihê destxweşî û hêviyê ye.
Ew derman sedema penceşêrê ye û şaneyan têk dibe. Divê her mirîşka ku ew derman xwaribe bi rêya zanistî were jinavbirin. Biryara jinavbirinê bi kesekî nayê dayîn û pêwîstiya wê bi komîsyoneke pispor heye
Heta niha ti nivîs derbarê wî dermanî ji Wezareta Çandiniyê re nehatiye şandin û ti belge jî nehatiye lê eger were piştrastkirin, mirîşk bi rêya yasayî tên îmhakirin."
"Berhema navxweyî ji hemû berheman tenduristtir e"
Serokê Komela Pelewerxaneyên Silêmanî û Germiyanê Nazim Ebdullah got:
“Nabe ku çend kes yan bazirganek karê xerab kiribe, tar û hişk bi hev re bên şewitandin.
Ez dibêjim, berhema me gelekî paqij û tendurist e, heta ku pişkinîn jê re neyê kirin nakeve bazarê.
Asayîşa navxweyî jî ew qasî xurt e ku rê nade binpêkarî bê kirin."
Nazim Ebdullah, belge ji gotinên Dr. Yasa re anî û got:
"Berhema navxweyî ji hemû berheman tenduristtir e û perrekî mirîşka xwemalî bi hezar mirîşkên derve ye."
Konsulxaneya Çînê li bernameya 'Legel Renc' temaşe kir
Konsulxaneya Çînê ya li Hewlêrê di nav bernameyê de Renc Sengawî agahdar kir ku li ser ekrana Rûdawê rasterast li bernameyê temaşe dikin û wergêr jî bi wan re ye û lêkolînê li ser wê mijarê dikin.
"Ji 2010 pelewerxaneyan 5-6an derman bi kar aniye"
Alîkarê Serokê Komela Kurdistanê ya bo Xwedîkirina Peleweran Ziryan Mistefa got:
"2010 pelewerxane li Herêma Kurdistanê hene ku zêdetirî 34 milyon mirîşk berhem tînin. Ji van 5-6 pelewerxaneyan ew derman bi kar anîne.
Nabe em bibêjin hemû xerab in. Tenê formalîn û furaltadone bi nivîs hatine qedexekirin û heta niha me ew derman bi kar neanîne. Yên ku bi kar anîne jî beşek ji wan nizanibûne metirsiyên wan çi ne."
Li gorî gotina Alîkarê Serokê Komela Kurdistanê ya Xwedîkirina Peleweran, "Mirîşka xwemalî, her çawa be ji mirîşka cemidî ya hawirde gelekî baştir e ku kes nizane çawa hatiye xwedîkirin.
Mirîşka me her çawa be li ber çavê me ye."
Xwediyê pەلewerxaneyekê dibêje deriyê sînorî berpirsê vê kêşeyê ye
Xwediyê pelewerxaneyekê di bernameyê de got:
"Ew kesê ku li deriyê sînorî pişkinîn kiriye, tawanbarê sereke ye, divê ew were girtin.
Niha gumanên min li ser hemû dermanan hene, xwendina min nîne û bi rengan dermanan ji hev vediqetînim.
Her mirîşkeke cemidî ya ku tê hawirdekirin, kî dizane çi tê de ye? Ez bi xwe û mal û zarok û kesûkarên xwe mirîşka me dixwin, mirîşka hevalên xwe jî dixwim lê zêdetirî 10 sal e min mirîşka cemidî nexwariye."
“berhema navxweyî parastî ye"
Alîkarê Serokê Komela Kurdistanê ya bo Xwedîkirina Peleweran Ziryan Mistefa jî got:
"Girtina wan kesan, nîşana wê yekê ye ku berhema navxweyî parastî ye û paqij e. Divê em dest deynin ser birînan; em 30 sal e li benda Wezareta Çandiniyê ne, bi rastî xerek e karên xwe diguhere û dibe kompanya."
"Mirîşka cemidî qedexe ye lê tê hawirdekirin"
Ziryan Mistefa her wiha got, "Goştê mirîşka cemidî qedexe ye û tê hawirdekirin jî ew ketiye ser wijdanê hawirdekar.
Ez bi xwe berî firotinê bi 10 rojan tenê ava paqij didim mirîşkê da ku paqij bibe, piraniya pelewerxaneyan jî heman kar dikin."
Birêvebirê Tenduristiya Ajelan li Herêma Kurdistanê Dr. Ferîdûn Hemed Qadir got:
"Wezareta Çandiniyê bi tenê nikare dermana qaçax kontrol bike. Niha barekî derman li balafirgehê hatiye rawestandin ku lîvla wî hatiye guhertin.
Par me barekî derman li Îbrahîm Xelîl vegerand û barekî dermanê formalînê jî me vegerand.
Sala 2022yan bi rêkarnameyekê me hemû karên xwe rêk xistin. Me gelek kompanya rawestandin ku nedibû derman hawirde bikin, karûbarên wan di fîltera me re derneketine.
Her kompanya ku daxwaza destpra hawirdekirinê bike, divê daxwaza wê di şeş fîlteran re derbas bibe. Ti wezaret nikare bi tenê çaksaziyê bike.
Sibe em dê nivîsekê ji bo Silêmaniyê bikin û komîsyonan raspêrin ku biçe hemû klînîk, kompanya û embaran.
Komîsyon destên xwe naşidînin û lêkolîna cidî dikin. Ji Wezareta Çandiniyê biryara pêwîst tê dayîn û lêkolîna hûrgilî tê kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse